Hewldana Îsraîlê bona serdestiya ser Golana dagirbûyî
Tevî dijberiya civaka cîhanî li hember xwedaniya Rejîma Siyonîstî ser navça dagrbûyî ya Golana Sûriyê, serokwezîrê Rejîma Siyonîstî îdia kir çiyayên Colanê hetahetayê dê wek beşek ji vê rejîmê bimînin .
Serokwezîrê Rejîma Siyonîstî Binyamîn Netanyahu roja yekşemê li civîna kabîna vê rejîmê ku bo yekim car li navça dagrbûyî ya Golanê hat li dar xistin, navça Golana Sûriyê wek parek ji axa Îsraîlê da zanîn û got : Em li hember zextên cîhanî bona vekişyana ji navça Golanê teslîm nabin .
Netenyahû li dewama gotinên xwe yên hander û muherik li bara çiyayên dagirbûyî yên golana Sûriyê ji civaka navneteweyî xwest ku xwedaniya Îsraîlê ser golanê bifermî nas bike.
Rejîma Siyonîstî ku li şerê sala 1967`ê tev ereban beşek ji çiyayên Golana Sûriyê dagir kiribû li sala 1981an ew xist e ser axa navçeyên din ên dagirbûyî û ragihand ku ti carî ji aliyê civaka navneteweyî ve bifermî nehatiye nas kirin .
Gotinên vê dawiyê yên serokwezîrê Rejîma Siyonîstî li bara xwedaniya vê rejîmê ser Golanê li halekê kete rojevê ku medyayê vê rejîmê li rojên derbasbûyî bicaran li bara fikar û dilgiraniyên rayedarên Siyonîstî ji ber vegriyana vê navçê ser Sûriyê agahî dabûn .
Hevgavê dewra teze ya hewldanên Rejîma Siyonîstî bona berfirehxwazî û dagirkirina erdên navçê, wezareta karên derve ya Sûriyê li nameyekê bo Sekreterê giştî yê NY û seokê konseya ewlehiyê bi hişyariya li bara dewra nû ya mudaxilên Rejîma Siyonîstî li erdên erebî ji wan xwest ku bi mudaxila destxwe rê li ber berfirehxwaziyên vê rejîmê bigrin .
Li gorî gotina medyayê siyonîstî berpisrên îsraîlî ji viya ditirsin ku heke aliyên têkilîdar li bara pêşroja Sûriyê li muzakirên aşitiyê ku niha di Jênêvê de tên li dar xistin li hev bikin Îsraîl rastî zextên civaka navneteweyî bona vekişyana ji çiyayên Golanê were.
Loma artêşa Rejîma Siyonîstî li çarçêva mudaxilên xwe li navçê û liv û tevegrên navçên dagirbûyî yên mîna Golanê li hefteyên vê dawiyê tevî xurtkirina hizûra xwe ya eskerî li çiyayên dagirbûyî yên Golanê, meşqên eskerî yên curbicur li vê navçê li dar xist .
Jixwe şîdetgirtina berfirehxwezî û fitnexwaziyên Rejîma Siyonîstî li dijî Sûriyê li vê qoanxa hesas nîşana dewama timakariyên vê rejîmê li dijî Şamê ye û ev meseleya vê rastiyê eşkere dike ku Rejîma Siyonsîtî û alîgirên wê bitaybet Emerîkayê li pişt perdeya qeyrana Sûriyê bitaybet komploya vê adwiyê li bara navça dagirbûyî ya Golanê de hene .
Ev komploya li halekê ye ku li gorî biryarnameyên NY, pêşiya her cure xebata Rejîma Siyonîstî wek rejîmeke dagirkir bona her cure guhertina nijyara civakî û coxrafiyayî ya navçeyên dagirbûyî hatiye girtin lê Rejîma Siyonîstî ku ser tu qayîde û qirar û biryarnameyekê nasekine bi fend û fêlên curbicur siyasetên xwe bona seqamgîrkirina mewqiya navçeyên dagirbûyî ji wan navça Golana Sûriyê ji riya guhertina nijyara nifûsa vê navçê dişopîne .