Rawêjkariyên berpirsa siyaseta derve ya YE`yê li Têhranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i217486-rawêjkariyên_berpirsa_siyaseta_derve_ya_ye_yê_li_têhranê
Xanima Fêdêrîka Mogêrînî berpirsa siyaseta derve ya YE`yê li serokatiya taximeke siyasî-aborî vê sibê derbasî Têhranê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 16, 2016 13:31 Asia/Tehran
  • Rawêjkariyên berpirsa siyaseta derve ya YE`yê li Têhranê

Xanima Fêdêrîka Mogêrînî berpirsa siyaseta derve ya YE`yê li serokatiya taximeke siyasî-aborî vê sibê derbasî Têhranê bû.

Li vê serdana durojî ya xanima Mogêrîniyê bo Têhranê hejmareke endamên Parlimana Ewropayê û komsiyonerên vê yêketiyê jî ligel wê hatine.

Mogêrîniyê dema muzakireyên navokî wek hevdengkira gotûbêjên Îranê û welatên endamê Koma 5+1`ê jibo nehîştina nakokiyên têkildarî bernama navokiya Îranê, hewldaneke berfire meşand.

Piştî serdana Mogêrîniyê ya havîna sala buhurî bo Îranê, eva duyemîn serdana wê bo Îranê ye ku bi armanca çêtirkirina têkiliyên Têhranê û YE`yê pêk tê.

Berpirsa siyaseta derve ya YE`yê l ivê serdanê li bara vekirina nuneratiya dîplomatîka dayimî ya YE`yê li Têhranê bi rayedarên îranî ra gotûbêjê dike.

Aloziya Sûriyê yek ji mêhwerên din danûstandinên berpirsa siyaseta derve ya YE`yê ligel rayedarên îranî ye.

Berpirsa siayseta derve ya Yekitiya Ewrûpayê li yekem qonaxa hevdîtina tev rayedarên Îranê tev wezîrê karên derve yê Îranê li Têhranê gotûbêj kir.

Berpirsa siayseta derve ya Yekitiya Ewrûpayê li vê seferê tev Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê û Elî Ekber Wilayetî serokê navenda lêkolînên siteratêjîk a Civata Kifşkirina Berjewendiyên Nizamêa Îranê jî hevdîtin pêk anî.

Li dawiya civîna hevpar a berpirsa siyaseta derve ya YE`yê û wezîrê karên derve yê Îranê, her du aliyan daxûyaniyeke hevpar weşandin.

Fêdêrîka Mogêrînî berpirsa siyaseta derve ya YE`yê û Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê ji pêvajoya cihanîna rêketinama navokiya Îranê û Koma 5+1`ê wek alîkarkira jibo vebûna dewreke nû li peywendiyan, pêşwazî kirin û li ser sozdariya tam di warê cihanîna rêkeitnamê da sekinîn.

Zerîf û Mogêrînî cihanîna rêketinama navokî, berfirekirina hevkariyan jibo alîkariya jibo pêşxistina aboriyê û zêdekirina asûdetî û rehetiya gel, xurtkirina aştî û istiqrar û ewlehiya navçê û çareserkirina biaştî ya nakokiyan wek armancên hevpar zanîn.

Her du aliyan her wiha jibo hêsankirina hevkariyan û amadekariyên vekirina nuneratiya dîplomatîk a YE`yê di pêşerojê da anegorî qanûn û qirarên Îranê li hev kirin û biryar hat dayîn ku YE`yê komekê di vî warî da bişîne Têhranê.

Wezîrê karên derve yê Îranê û berpirsa siyaseta derve ya YE`yê li vê daxûyaniyê ser gotûbêjên siyasî li asta wezîran û bi awayekê salane û gotûbêjên li astên jorîn û berdewam sekinîn.

Îran û Ewropayê li ser hevkariyên aborî, darayî, bankî û hevkariya li warê têkoşîna dijî bikaranîna dirafên neqanûnî û dijî dabînkirina çavkaniyên bo têrorîsmê sekinîn.

Îran û Ewropa her wiha li ser mafên mirovan û gotûbêjên di vî warî da sekinîn. Zerîf û Mogêrîniyê her wiha bal kişandin ser sistbûna rewşa deverê, gefên têrorîsm û tundrêtiyê û li ser rola Îranê û hevkariya di vî warî da pêkutî kirin.

Li daxûyaniya Îranê û YE`yê her wiha qedrê Komara Islamiya Îranê jiber raberkirina xizmetên tenduristî û perwerdehiyê jibo efxaniyên li Îranê, dewama alîkariyên YE`yê hat girtin.