Dewama devûjeniya rayedarên dewleta Tirkiyê û rêberên partiyên dijber
Rêberê Partiya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) got ku ev partiya dê pişta guhertina pergala parlimaniyê bo serokoamrtiyê ku vî welatî parçe dike, negire.
Kemal Qilîçdaroxlû li gorî daxwaza partiya serdest ji bo danîna pergala serokomartiyê li qanûna bingehîn a teze got: Eger pergala parlimanî xurttir bibe û qanûna bingehîn dêmokratîktir be, em ê her cûre alîkariyê bikin, lê em pişta qanûna bingehîn a ku di encamê da Tikriye bibe parçe parçe nagirin.
Komîteya 12 kesî ya aştiya qanûna bingehîn bo cara yekem roja 3`ê sibata 2016`an civînek li dar xist lê, di roja 17`ê sibatê û piştî hilêxistina mijara pêkanîna pergala serokoamrtiyê li Tirkiyê ji aliyê Partiya serdest a Dad û Geşepêdanê (AKP) va ti yek ji partiyên din ji vê pêşniyarê piştgirî nekirin û di dawiyê da ev gotûbêj tûşî şikestê bûn.
Heta niha jî hewildana Erdoxîn bi xwe sa guhertina pergala siyasî ya Tikriyê ji pergala parlimaniyê bo sîstima serokatiyê tûşî berteka tund a dijberên dewletê bûye, çimku rexnekirên dewletê li ser vê bawerê ne ku Erdoxan bi hilêxistina vê pêşniyarê û hewildana ji bo cihanîna wê, welêt ber bi dîktatoriyê va dibe.
Gotinên zelal û eşkere yên vê dawiyê yên Kemal Qilîçdaroxlû li dijî Erdoxîn û gişt biryarên wî bi taybet guhertina pergala hikûmetiya welêt di rewşekê da hatiye hilêxistin ku serokomarê Tirkiyê tevî rexneya tund ji rêberê CHP`yê got ku Qilîçdaroxlu di ast û radeya siyasetvanekî derecebilind da nine.
Dewra teze ya devûjeniya di navbera rêberên partiyên serdest û dijber li Tirkiyê da piştî têkçûna komîteya nasyar bi ``komîteya aştiya qanûnan bngehîn`` ku hilkolandina rêkarên guhertina pergala hikûmetiya Tikriyê xistiye rojeva xwe, bala navend û karzanên siyasî kişandiye. Bi taybet ku kêşeya li nav civaka Tirkiyê tenê devûjeniya di navbera rêberên partiyên nasyar ji wan AKP û CHP`ê nagire ber xwe.
Eger em bên û vê cûre axaftina rêberên partiyan ji ber helwêsta siyasiya dewleta AKP`ê li warê rêvebirina welêt bizanin, nêrînên ser bingeha fikrên ewlehî-aborî û civakî û heta siyaseta derveyiya Tirkiyê jî ji mijarên din in ku rêberên partî û tevgerên cûrbicûr ên Tikriyê li ser wan gengeşe û nîqaşê dikin.
Reftara dewleta Tirkiyê li guhertin û danûstandinên navçeyê ji wan li bara Sûriyê xercên giran ên aborî, civakî û çandî li ser civaka vî welatî sepandine. Piştgiriya Tirkiyê ji komên çete û têrorîst her viha reftara dewleta Enqerê li bara Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku tûşî berteka vê partiyê û Partiya Dêmokratîk a Gelan anku HDP`ê bûye, beşeke din ji rexneyên partiyan li dijî AKP`ê digirin ber xwe.
Eger em bandorên aborî yên wek kêmbûna derhata pêşeya geştyariyê û pêşeyên beşa xizmetgihanî, cil û berg û cotkariyê jî li van guhertinan zêde bikin, wê çaxê em dikarin pê bihesin ku çima rêberên partiyên dijber rexneyên visa tund û eşkere li dijî reftara serokên partiya serdest anku AKP`ê dikin.
Navendên siyasî û karzan li ser vê bawerê ne ku ev rexne nikarin tenê di asta mijarên siyasî da bimînin. Hilêxistina mijarên berfireh ji aliyê rexnekirên dewletê û bersiva beşa dewletê bo dijberan nîşana hebûna gelek ji pirsgirêkên civakî, aborî, ewlehî û siyasî li Tirkiyê ye ku rêberên dewleta Tirkiyê neçar kirine ku li her beşê zû bikevin tevgerê û berteka lezgîn û neberaqil nîşan bidin.
Elbete van rexneyan derfetek ji bo zexta zêdetir a rexnekirên dewletê li ser wê çê kirine. Cûreya axaftin û helwêsta rayedarên derecebilind ên partiyên Tirkiyê nîşan dide ku gotinên wan bi ti awayî li gorî aştî û dêmokrasiyê heta ji bo dabînkirina berjewendiyên neteweyî yên Tirkiyê nînin.
Renge ji ber viya be ku piştî gotinên hişiyarkirinê yên cîgirê serokê parlimana Ewropayê li bara endamtiya Tikriyê li civaka ewropî, serokwezîrê Tirkiyê qala hewildanên Enqerê sa cihanîna sozên dema hilbiajrtinê yên dewleta Tirkiyê ji wan meşiyana li riya pêşketin û berfirehkirina dêmokrasiyê kiribû.