Dijwarkirina pevçûnên di navbera artêşa Tirkiyê û PKK`ê da
Berovajî nerazîbûnên navxweyî, navçeyî û navnetewî, pevçûnên di navbera artêşa Tirkiyê hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) da didomin.
Erkantiya giştî ya artêşa Tirkiyê ragihand ku 20 endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di encama opêrasyona hêzên ewlehiyê li başûra rojhilata vî welatî da hatin kuştin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Amatoliyê, erkantiya giştî ya artêşa Tirkiyê şeva buhurî bi daxûyaniyekê ragihand ku 20 endamên PKK`ê li encama opêrasyona artêşa vî welatî li wilayetên Hekarî, Mêrdîn û Şirnexê hatin kuştinê.
Li gorî daxûyaniya artêşa Tirkiyê, di encama opêrasyona hêzên ewlehiyê li van sê parêzgehana da her wiha hejmarek sitargehên PKK`ê hatin têkbirinê û hejmareke rext û sîleh jî hatin zevtkirin.
Li navçeya Xîzan a Bedlîsê jî, di encama pevçûna di navbera hêzên ewlehiya Tirkiyê û endamên PKK`ê da de 4 leşker û cerdevanek birîndar bûn.
Ev pevçûna li i devera Girkê Mansûr di navbera Hêzên Parastina Gel (HPG) û hêzên artêşa Tirkiyê de derket.
Hat ragehandin, di encama şer û pevçûnan de 4 leşker û sercerdevanê bi navê Ehmed Çelîk birîndar bûn. Birîndar ji cihê bûyerê bi helîkopteran rakirin nexwexaneya Tatwanê.
Ev du roj in ku li ser taxên qedexe hatiye ragehandin topbaraneke giran dimeşe. Serokomarê Tirkiyê ferman dabû ku 200 balexaneyên navçeyê ji dûr ve bên rûxandin.
Rayedarên Tirkiyê yên siyasî û leşkerî idia dikin ku di van pevçûnan da gellek sivîl tên kuştinê, loma mideha sala buhurî da koçberiya ji deverên kurdnişîn ên Tirkiyê bi awayekî berbiçav zêde bûye. Di vî halî da wer xûya dike Enqerê siyaseteke nû girtiye ber xwe ku li gorî wê dewleta Tirkiyê hemî hewldana xwe bi kar aniye ta ku pê birêxistina bêtifaqiyê di navbera kurdên Tirkiyê û kurdên Iraq, Sûriye da, bigihêje armancên xwe. Loma karzan û çavdêr dibêjin ku birêxistina şêrr û sepandina rewşa aloz ser kurdên Tirkiyê, siyaseteke şaş e ku ji birêvebirina çewt a welêt çavkaniyê digire.
Eyan e ku dewama vê rewşê netenê dewletê nagihîne armancên wê belkî bingehên pêwîst jibo zêdebûna destwerdanên derveyî li karên navxweyî yên vî welatî jî pêk tîne.
Li gorî vê rastiyê, divê mirov bêje ku dewleta Enqerê divê zûka pirsgirêkên navxweyî û kêşeya şerê ligel PKK`ê bi riya gotûbêjê safî bike û bi dawî bîne.
Tevî imkana sûdwergirtina ji vê rêbazê, Receb Teyîb Erdoxan serokomarê Tirkiyê van rojên dawiyê bi caran gef xwariye ku viyana wan a cidî heye ku PKK`ê ji nav bibin. Eyan e ku helwetên bi vî curî yên rayedarên Enqerê yê bibin sedema dewama pevçûnên navxweyî.