Dewreke nû li peywendiyên aboriyê yên Îran û Tirkiyê
Bîst û pêncemîn civîna komsyona hevkariyên aboriya Îran û Tirkiyê bi amadebûna taxima îranî bi serokatiya Mehmûd Waêzî, wezîrê telekom û têknolojiya têkilî û ragihandinê û desteya Tirkiyê bi serokatiya Cewdet Yilmaz wezîrê geşepêdana Tirkiyê li Enqerê bi dawî hat.
Di vê civîna durojî da desteyên Îran û Tirkiyê pêvajoya cihanîna rêketinamên berê îmzakirî ji wan ticareta ewlewiyet, berfirekirina peywendiyên warên curbicur nemaze tranzîtê, pêşe, têknolojî, enerjî, tûrîsm, gumrik, sermayedanîn, karên bankê û konsulxaneyan hatin hilkolandin.
Wezîrê telekom û têknolojiya têkilî û ragihandina Îranê li hevdîtina tev Ehmed Dawûdoxlu serokwezîrê Tirkiyê bal kişande ser çalakiyên Îran û Tirkiyê li warên aborî, çandî, ticarî, pêşeyî û tûrîsmê û got: Serdana meha buhurî ya serokwezîrê Tirkiyê bo Têhranê û hevdîtina wî ligel serokomarê Îranê, dewreke nû li berfirekirina peywendiyên her du welatan pêk anî.
Wezîrê telekom û têknolojiya têkilî û ragihandina Îranê bal kişande ser girîngî û cîgeha Tirkiyê li peywendiyên her du welatan û her wiha potansiyelên girîng ên Îranê li warê dabînkirina hewcedariyên Tirkiyê yên beşa ênêrjiyê û berhemên din û ev welata vexwend ku li beşên nijyar û jêrxanên Îranê sermayê dayne.
Serokwezîrê Tirkiyê jî bi nîşandayîna razîbûna xwe li bara lezandina birêxistina bîst û pêncemîn civîna komsyona hevpar a her du welatan bal kişande ser encamên serdana xwe ya Têhranê û got: Di rewşa erênî û kêrhatî ya niha da, hemî dezgehên kargêr û birêvebir ên her du welatan nemaze li warên nedewletî dikarin bi helwêsteke kêrhatî û erênî jibo berfirekirina hevkariyan pêngavan rakin.
Dawûdoxlu bi ragihandina amadetiya Tirkiyê jibo kûr û berfirekirina peywendiyan li gişt astên siyasî, çandî û aborî ligel Îranê, pêkutî kir ku Tirkiye amade ye jibo sermayedanîna li hemî warên aborî, ticarî û tûrîsmê bi aliyê îranî ra hevkariya bêsînor bike.
Waêzî jî li hevdîtina tev Cewdet Yilmaz wezîrê geşepêdanê û Erdem Başci serokê Banka Navendî ya Tirkiyê xwest ku peywendiyên bankî yên herî du welatan bên asayîkirin.
Wezîrê telekom û têknolojiya têkilî û ragihandina Îranê ji ber berfirekirina peywendiyên bankî yên her du welatan di hemî wan da ji wan peywendiyên bankên dewletê û yên nedewletî kêfxweşiya xwe nîşan da û got: Şerê jordabirina asta peywendiyên ticarî yên Îran û Tirkiyê bikaranîna bankan û raberkirina hêsankariyên pêwîst bo beşa sivîl e.
Wezîrê geşepêdana Tirkiyê jî got: Li gorî serdema piştî rakirina boykotên dijî Îranê, Banka Navnediya Tirkiyê jibo lezandina hevkariyên bankî û danûistandinên dirafî ligel Komara Islamiya Îranê amade ye.
Cewdet Yilmazi her wiha li ser girîngiya çalakbûna zêdetir a bankên Tirkiyê li peywendiyên ticarî yên vî welatî û Îranê û çalakirina çiqên bankên Îranê li Tirkiyê sekinî.
Bulent Tifingçî wezîrê gumrik û ticareta Tirkiyê jî li hevdîtina tev wezîrê telekom û têknolojiya têkilî û ragihandina Îranê got: Hevkariya gumrikan ji riyên zêdekirina ticareta Îran û Tirkiyê ye ku li gorî planên pêşniyarbûyî û yên li halê cihanînê , bingeha bihêzkirina hevkariyan hatiye danîn.
Tifingçî her wiha got: Îran û Tirkiyê muzakireyên binirx û kêrhatî jibo nehîştina hin pirsgirêkên têkildarî tiranzîtê li gumrikan kirine û hêvî heye encamên baş bi dest bikevin.
Wezîrê telekom û têknolojiya têkilî û ragihandina Îranê her wiha bi Mistefa Elîtaş wezîrê aboriyê, Mewlûd Çawûşoxlu wezîrê karên derve yê Tirkiyê ra hevdîtin pêk anî.
Îro jî civîna beşa sivîl a odeya bazirganiya Qoniyê bi amadebûna hin nunerên beşa nedewletî ya Îranê li bajarê Qoniyê yê Tirkiyê bi serokatiya Mehmûd Waêzî wezîrê telekom û têknolojiya têkilî û ragihandina Îranê û wezîrê geşedana Tirkiyê hat birêxistinê û riyên hêsankirin û lezandina peywendiyên beşên sivîl ên her du welatan hatin hilkolandin.