Nihêrîna Zerîf li bara qeyranên navçê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i216556-nihêrîna_zerîf_li_bara_qeyranên_navçê
Wezîrê karên dreve yê Îranê, Muhemedcewad Zerîf li hevpeyvîna tev ajansa rûsî ya Tasê bal kişand ser qeyranên navçeyê û got ku fanatîzm û terorîzm gefê li navçe û ji wan Asiyaya navnedî û Qefqaz dixwen.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 09, 2016 13:53 Asia/Tehran
  • Nihêrîna Zerîf li bara qeyranên navçê

Wezîrê karên dreve yê Îranê, Muhemedcewad Zerîf li hevpeyvîna tev ajansa rûsî ya Tasê bal kişand ser qeyranên navçeyê û got ku fanatîzm û terorîzm gefê li navçe û ji wan Asiyaya navnedî û Qefqaz dixwen.

Zerîfî li vê hevpeyvînê ku duh îniyê hat weşndinê destnîşan kir ku em hemî rastî gefa fanatzîmê hatine loma pêwîst e ku bona parastina qanûnên navneteweyî û prensîpên manîfesta Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, pirsgirêkan bi riyên biaşitî çareser bikin .

Zerîf li dewama vê hevpeyvînê terorîzm û fanatîzmê destkevt û encama dagirkeriyê da zanîn û got ku piştî salan dagirkirina Iraqê û rewşa piştî wê fanatîzm şîdet girt.

Zerîf tevî şirovekirina nihêrîna Îranê li warê çareserkirina qeyranên navçê û bitaybet fanatîzmê ji siaysetên newekhev ên dawakarên rawestana li ber terorîzmê rexne kir . Wî got : Civaka navneteweyî bitaybet ku ew zêde li bara rawestana li ber terorîzm û fanatzîmê diaxivin pêwîst e hîn bibin ku berpirsiayr bibin ,cidî bin û dewsa biryarên siyasî bona rawestana li ber wê xebatê bikin.

Zerîf bal kişand ser vê yekê ku bi alîkariya hev em dikarin fanatîzmê kontrol bikin û destnîşan kir: Rawestana li ber fanatzîmê hevceyî heye bi nihêrîna çendalî ku berûlaya eskerî tenê yek ji babetên vê mijarê ye .

Ev gotinên wezîrê karên dreve yê Îranê amajeya li siyasetên newekhev in ku Emerîka li navçê dişopîne. Emerîka pişt perdeya îdiaya rawestana li ber terorîzmê ji grûpên terorîstî piştgiriyê dike û ew kirine amûra pêşdebirina armancên xwe yên navçeyê.Can Kêrî wezîrê karên derve yê Emerîkayê ku roja pênşemiyê bona beşdariya li civîna konseya Hevkariya kendva Farsê sefera Behreynê kiribû siyasetên mudaxilekerane û bêtifaqîçêker yên Emerîkayê li navçê hokara aramî û ewlehiya navçê da zanîn.

Kêrî li sefera Menamê ku cihê damezrîna paporê pêncan ê hêza deryayî ya Emerîkayê ye bêyî ku bala xwe bide ser nebûna demokrasiyê li Behreynê û Erebistanê bêyî berçavgirtina cinayetên ERebistanê li Yemenê û serkutkirinên hakimên Behreynê rola van welatan wek hokara aramî û ewlehiya navçê da aznîn . Li halekê ku hikûmeta Behreynê zêde ji 4 salan e ku bi serkutkirinên tunde xwestekên xelkê bi hezaran kesan nedadmndane xistiye hewsê û bi dayîna hukmên îdamê û bi betalkirina tabiyeta xelkê vî welatî , eşkere mafên mafên mirovan binpê kiriye.ERebistan jî bi çek û rextên emerîkî û inlîzî zêde ji salekê ye ku xelkê bêguneh ê Yemenê dikuje. Lê Emerîka tim piştgiriya van hakiman dike. jixweev welat ku gelek dirav xercê kirîna çek û sîlehan dikin hevpeymanên Emerîkayê li navçê tên hisabê ku ewlehiya xwe li bêewlehkirina xelkê de dibînin .

Bêguman pirsgirêka ewlehiyê li navçê û cîhanê ji ber terorîzm û fanatîzma navçê ye ku ji aliyê Emerîkayê û hevpeymanên wê tên piştgirî kirin . Zerîf pêştir jî li civîna ewlehiyê ya Monîxê gotibû ku em dikarin mînakeke nû bona hevkariya bona rawestana li ber gefên hevpar pêk bînin kuyan emê bi hev re bi ser kevin an gu emê di kêleka hev bidorînin . Ji ber ku niha qeyranên cîhanê gihêştine qonaxekê ku têde serketin an dorandin ti neye .

Bêguman ewlehî mijareke cîhanî ye û di hemî waran ji wna li warê ewlehiya navokî heya terorîzmê û înkarkirina fanatîzm û ewlehiya aboriay cîhanî bixwe ve digre . Loma rawestana li ber gefên hevpar hevcetî bi guhertina nihêrînan û nihêrîneke rastbînane heye .