Destpêkirina derxistina penaberan ji Yewnanistanê û guhestina wan bo Tirkiyê
Yewnanistanê ji vê sibê ve li gorî hevhatina Yekitiya Ewrûpayê û Tirkiyê, vegerandina penaberan ji axa xwe bo Tirkiyê ji girava Lesbosê destpê kir .
Amadenebûna Tirkiyê bona wergirtina penabebrên ku ji Yewnanistanê tên derxistinê fukar û dilgiraniyên li bara şêwaza cihanîna vê hevhatinnamê zêde kirine.
Yekim grûpa penaberan bi du gemiyên modêla 131`ê yên Yewnanistanê bo Tirkiyê hatin vegerandin û derbasî bajarê Îzmîrê li rojava Tirkiyê bûn. Roja yekşemiyê gelê bajarê Dikiliyê li parzêgeha Îzmîrê li rojava Tirkiyê dijberiya xwe li hember bicihkirina penaberan li cihê jiyana xwe ragihandin .
Armanca hevhatina Yekitiya Ewrûpayê û Tirkiyê ku Enqerê berdêla wê da 3 milyar yoroyî distîne, dawîanîna rewşa xirab a wan penaberan e ku ji Tirkiyê ber bi giravên Yewnanistanê ve çûne.
Dawiya Adarê taximeke dayira koçberiya Tirkiyê çû giravên Yewnanistanê û bi hevkariya taximeke Yekitiya Ewrûpayê karûbarên penaberan hilkolandin û penaberên sûrî ji yên ne sûrî cida kirin. Pêştir hatibû ragihandin ku ev hevhatinnama bihellahella tevî dijberiya çalakên mafên mirovan ji roja duşemiyê ve yê cih bê.
Dewleta Yewnanistanê roja yekşemiyê ragihand ku tevî hebûna şik û gumanan li bara şêwaza cihanîna hevhatinnama Yekitiya Ewrûapyê û Tirkiyê, penaberan vedigerîne vî welatî.
Berdevkê beşa hewahengiya dayira koçberiya Yewnanistanê, Georgoş Krîstiyen li vê barê got ku li gorî hevhatinê roja duşemiyê nêzîkî 500 penaber bo Tirkiyê yê bên zivirandin. Yekitiya Ewrûpayê û Tirkiyê 18 Adarê li bara girtian pêşiya penaberan bo derbasbûna nav Ewrûpayê ji riya giravên deryaya Êjê li hev kirin. Li gorî vê hevhatinê, hemî penaberên ku çûne giravên Yewnanistanê heke daxwaza penaberiya wan nehatibe qebûlkirin, dê werin şandinê bo Trkiyê.
Pêşniyarqanûna roja înê ya parlemana Yewnanistanê rê bo vegerandina penaberan ji Yewnanistanê bo Tirkiyê li gorî hevhatina Tirkiyê û Yekitiya Ewrûpayê bo Ewrûpayê xweş kir. Penaberên ku ji 20 Adarê bi awayekî neqanûnî ji riya Tirkiyê bona çûyîna bo Ewrûpayê çûne Yewnanistanê dikevin ber xalên vê hevahtinê. Li gorî hevhatina Yekitiya Ewrûpayê û Tirkiyê, Enqere divê derbasbûna penaberan bo Ewrûapyê rawestîne û wan awareyan werbigre ku Yewnanistan ji wan re şertên bidestxistina penaberiyê nizane .
Vegerandina peanberên ku ji welatên xwe revîne, bûye sedema dilgiraniya saziyên mafên mirovan yên mîna Efûya Navneteweyî. Endro Gardner lêkolînerê Rêxistina Efûya Navneteweyî li vê barê gotiye : Vegerandina bizorê ya penaberan bo welatê wan , rojeke reş e li mêjûya Yekitiya Ewrûpayê ku ji ber nakokiya siyasî li nav endamên wê , mafên mirovan binpê kirine . Wî tekez kir ku vegerandina penaberan bêyî berçavgirtina tedbîrên ewlehiyê neqanûnî ye .