Dew û doza nû û naşiyane ya serokomarê Tirkiyê
Serokomarê Tirkiyê ku her derfetekê bo berjewendiyên xwe ş partiya AKP`ê bi kar tîne, bi awayekî naşiyane neyar û rexnegirên xwe li warê hevdengî û hevkariyê tawanbar dike.
Serokomarê Tirkiyê idia kir ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), kurdên Sûriyê, komên çekdar ên ermenî û alîgirên Fetulah Guleni hevdeng in û alîkariya hev dikin.
Receb Teyîb Erdoxan serokomarê Tirkiyê duh dema vegera ji serdana Amerîkayê, li balafirgeha Ataturk a Istenbolê li koma nûçegihanan got: Eva ku alîgirên saziyên têrorîst ên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), kurdên Sûriyê, komên çekdar ên ermenî û dewleta sîber (alîgirên Fetulah Guleni) li rex hev in, hegerek jibo hevdengî û hevkariya wan e.
Erdoxîn careka din êrişî Fetulah Guleni kir û got: Alîgirên saziyên têrorîst bi Fetulah Guleni re hevkariyê dikin û ew ji ber kuştina serbaz û meimûr û hêzên din ên Tirkiyê nerehet nabin. Di rastiyê da meriv dikare bêje ku di nava neyarên siyasetên dewleta Enqerê da, Receb Teyîb Erdoxan tenê navê Rûsiyê negotiye.
Karzan dibêjin ku Erdoxan van gotinan jibo xalifandina raya giştî li ser meseleyên navxweyî yên vî welatî û şikestên dewleta bin rêvebiriya wî li warê destwerdanên Enqerê li karên navçê hilêdixe û neyaran berpirsê vê yekê dizane.
Di rastiyê da serokomarê Tirkiyê hewldaneke nû destpê kiriye ta ku welatên navçê hegera pirsgirêkên navxweyî û navçeyî yên AKP`ê bide nasandin. Eva li halekî ye ku gellek ji karzanên meseleyên navçê, siyasetên AKP`ê hegera sereke ya gellek ji pirsgirêkên navxweyî û şerên Tirkiyê li navçê dizanin. Wek mînak mirov dikare balê bikişîne ser helwestên çend rojan berî niha yên rayedarên dewleta Enqerê li bara pevçûna di navbera Komara Azerbaycan û Ermenistanê.
Ji şemiya buhurî va ku pevçûnên di navbera hêzên Komara Azerbaycanê û Ermenistanê dijwar bûne, bi awayekî ecêb, wezîrê berevaniya Tirkiyê ragihand ku ew li bara vê pevçûnê pişta Komara Azerbaycanê digire. Ismet Yilmaz wezîrê berevaniya Tirkiyê, roja yekşemê ango 3`yê Nîsanê pêkutî kir ku Enqere li meseleya şerê di navbera Komara Azerbaycanê û Ermenistanê li ser meseleya Qerebaxê, piştgiriya siyasî û leşkerî dide Bakûyê.
Divê mirov bêje ku ev helwesta Tirkiyê di rastiyê da handana Komara Azerbaycanê bo destpêkirina şêrr li hemberî Ermenistanê ye. Eva li halekî ye ku hemî welatên navçê û cîhanê û saziyên navnetewî û derûdorên siyasî li asta navçê û cîhanê ji her du aliyên pevçûnê xwestin ku ser hemdê xwe bin û pevçûnan nedomînin. Ev helwesta delweta Tirkiyê tenê mînakek ji siyaseta derve ya AKP`ê ye. Ev yeka bûye sebeb ku Sêrgêyî Jêlzênyak alîkarê serokê Domaya Ûrsêtê, welatê sêyem derheq gurrkirina gêreya navbera Komara Azerbaycanê û Ermenistanê tawanbar bike. Merema alîkarê serokê Domaya Ûrsêtê li babeta welatê sêyem, Tirkiye ye. Di vî halî da dewleta Ermenistanê bi aşkirayî Tirkiye tawanbar kir ku gêreya di navbera Rewan û Bakûyê ser Qerebaxê da gurr dike. Şavarêş Koçariyan alîkarê wezîrê karên derve yê Ermenistanê yekşema buhurî got: Alîgiriya Tirkiyê ji Komara Azerbaycanê, nijadperestane ye. Koçariyani her wiha got: Cihê heyf û mixabiniyê ye ku Tirkiye ser bingeha qewmiyetê giringiyê dide canê insanan. Wezareta karên derve ya Tirkiyê yekşemiyê bi daxûyaniyekê, Ermenistan l iwarê êrişa ser Komara Azerbaycanê tawanbar kiribû.
Bi giştî mirov dikare bêje ku siyasetên neisûlî yên AKP`ê li navçê û cîhanê, ev welata bi rewşeke giran ra rûbirû kirine ku ji ber vê yekê rêvebirên vê partiyê neçar mane ku welatên din tawanbar bikin.