Siyaseta taktîkî ya Amerîkayê li bara DAIŞ`ê
Siyaseta Amerîkayê li bara koma têrorîst a DAIŞ`ê li Iraqê nîşan dide ku Koşka Sipî anagorî rewşa heyî helwêsta xwe li bara vê komê terorîstî guhertiye û bi cûreke taktîkî bi DAIŞ`ê ra reftar dike.
Koma têrorîst a DAIŞ`ê ji dema dagîrkirina Mûsilê - navenda parêzgeha Nêynewayê li bakûrê Iraqê - li meha hezîrana sala 2014`an da heta niha tûşî cihêrengiya taktîkan ji aliyê Amerîkayê va bûye. Di destpêkê da DAIŞ`ê gefeke pirr ciddî ji bo Amerîkayê nedihate hesêb, lê dû ra Amerîkayê biryar da ku merivkujên hov ku ti sînor û berbendekê nas nakin bisînor û kontrol bike.
Damezirandina hevpeymaniya amerîkî ya dijî DAIŞ`ê taktîkek ji aliyê Waşîngtonê li demeke diyar bû û karnama vê hevpeymaniyê jî nîşan dide ku li şerê dijî têrorîsmê bi awayekî cidî tev negeriyaye û bi kiryara xwe ya bijartî riya bêhnkişandina DAIŞ`ê vekirî hiştiye.
Sersarî yan derengkirina hevpeymaniya amerîkî li bara êrîşa li ser navendên sereke û hestiyar ên DAIŞ`ê li Mûsilê bûye sebeb ku ev koma madeyên kîmyayî bi dest xine û heta wek gefeke navokî were hesêb; Mijara ku Barak Obama, serokoamrê Amerîkayê, li kêleka civîna ewlehiya navokî li Waşîngtonê li bara wê pêhişiyarî da. Obama li bara gefa êrîşa navokî ya tekfîriylên `Dîn` ên koma têrorîst a DAIŞ`ê pêhişiyarî daye û xwestiye ku civaka cîhanî hevkariyeke baştir ji bo xurtkirina ewlehiya navokî pêk bîne.
Nigeraniya serokomarê Amerîkayê ji bikaranîna êrîşa navokî ji aliyê dînikên DAIŞ`ê têkilyeke xwe ya watedar ligel reftar û kiryara Koşka Sipî heye û helwêst û siyaseta taktîkî ya Koşka Sipî bûye sebeb ku merivkujên DAIŞ`î derfeta êrîşên kîmiyayî bi dest bixin. Li gorî vê nigeraniyê, tê gotin ku Amerîka piştî du salan derengiyê navendên hestiyar ên leşkerî û kîmiyayî yên DAIŞ`ê li Mûsilê dane ber êrîşê.
Li vê çarçovê, kanala têlêvîziyoniya Russia Today`yê roja yekşemiyê, 3`ê nîsana 2016`an, li raporekê ragihand ku tevî hişiyariyên li pey hev ên rayedarên iraqî bo civaka navneteweyî li bara dagîrkirina ceribandingeha navokî yan kîmyayiya zanîngeha Mûsilê ji aliyê DAIŞ`ê di sala 2014`an, hevpeymaniya amerîkî bi derengiyeke derûdora dusalî van navendan dike armanc.
Nûçegihanê kanala têlêvîziyoniya Russia Today`yê li bara egera vê derengiyê berê xwe dide berdevka wezareta karên derve ya Amerîkayê, Êlîzabêt Trodo, lê ev bersiva vê pirsê nade.
malpera Global Research`ê jî li raporekê li bara şerê Amerîkayê li dijî DAIŞ`ê nivîsî: Şerê serokomarê Amerîkayê, Barak Obama ligel têrorîsmê bi taybet têrorîsma DAIŞ`î, şerekî tam sexte ye. Rojnameya Wall Street Jornal`ê jî hin belge raber kirine ku nîşan dide DAIŞ li halê bikaranîna cerbandingeha navokî ya Mûsilê ji bo çêkirina bomban e.
Li gorî gotina rayedarekî iraqî, cerbandingeha navokî ya zanîngeha Mûsilê navenda herî baş a lêkolînî ya DAIŞ`ê li cîhanê bûye. LI gorî gotina kanala têlêvîziyoniya Russia Today`yê, li gorî raporan derûdora 40 kîlo oraniyûm li vê navendê ketiye destê çeteyan.
Dagîrkirina ceribandinxaneya navokî ya zanîngeha Mûsilê, şiyana DAIŞ`ê ya çêkirina bomban zêde kiirye û hatiye ragiahndin ku DAIŞ`ê bombên çêkirî li vê ceribandinxaneyê ji bo pêkanîna êrîşên vê dawiyê li Broksêla paytexta Bêljîkê bi kar anîne.
siyaseta taktîkî ya Amerîkayê li bara DAIŞ`ê zêdetir ji her siyaseteke din roja îro ewlehiya navokî xistiye ber xeterê.
Her derê ku pêwsît bûye waşîngtonê siyaseta xwe ya taktîkî guhertiye ta wisa nîşan bide ku wek welatên din li bara xetera DAIŞ`ê nigeran e.