Emerîka, dewama liv û tevgera xirakirina rûmeta Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i214852-emerîka_dewama_liv_û_tevgera_xirakirina_rûmeta_Îranê
Rojnama El-Şerq Ul-Ewsetê çapa Londonê li hejmara xwe ya vê dawiyê li raporekê li du paran (du rojan bi dû hev) hin rûpelên hukmê dadgehekê li Newyorkê li dijî Îranê li bara dosiya 11 Îlona 2001`an weşandiye .
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 28, 2016 09:31 Asia/Tehran
  • Emerîka, dewama liv û tevgera xirakirina rûmeta Îranê

Rojnama El-Şerq Ul-Ewsetê çapa Londonê li hejmara xwe ya vê dawiyê li raporekê li du paran (du rojan bi dû hev) hin rûpelên hukmê dadgehekê li Newyorkê li dijî Îranê li bara dosiya 11 Îlona 2001`an weşandiye .

Rojnama El-Şerq Ul-Ewsetê ku rojnameyeke Erebistana Siûdî ye li rapora xwe de nivîsî ku qaziyê dadgeha Newyorkê, Corc Danîlez, Têhran tawanbarî dayîna cirîma 10.7 milyar dolarî kiriye ku bi hisabkirina sûda dewra berî dayîna hukmê ku salê 9% e ev reqema dighêje zêde ji 21 milyar dolaran. Hukmê dadgehê ji xwe li gorî beşek ji şehadeta derew a du wezîfedarên CIAê hatiye dayîn .

Li rapora Rojnama El-Şerq Ul-Ewsetê hatiye ragihandin ku li gorî îdiaya ku li dadgehê hatiye kirin dewleta Îranê alîkariyên aborî daye El-Qaidê da ku êrişên 11 Îlonê li sala 2001`an cih bîne .

Rojnama El-Şerq Ul-Ewsetê nivîsiye ku li vê dosiyê li gorî hin belgeyan hin îdia hatine kirin ku du kes ji berpirsên Rêxistina CIA`yê li 26 Adara 2010 li dadgeha navça başûr a Newyorkê hilêxistine.

Li vê proja derew sercem bûyerên terorsîtî di dereqa salên buhurî li Îranê û Hizbullahê ve hatine girêdanê û bêyî tu belgeyekê hatiye îdia kirin ku Hevkariya El-Qaidê tev îranê ji aliyekê ve û tev Hizbullahê ji aliyên din tenê bo darêştian bername û plan û cihanîna 11 Îlonê nebûye .

Li vê sênaryoya derew û bêbingeh her wiha hatiye îdia kirin ku Îran li teqîna bircên El-Xubrê li Erebistana Siûdî li sala 1996 û teqîna balyozxana Emerîkayê li rojhilata Efrîqayê li sala 1998`an û teqîna ku papora USS Kolê li ber devavên Yemenê li sala 2000ê kire hedef, dest hebûye.

Li gorî rapora Rojnama El-Şerq Ul-Ewsetê qaziyê dosiyê li rapora xwe îdia kiriye ku kesên dozvekirî belgeyên bawerpêkirî raber kirine derheq vê yekê ku Îranê bo karên terorîstî alîkariya aborî daye Rêxistina El-Qayidê.

Ev haykûf şantajana di rewşekê de ne ku sebebkarên piraniay kiryarên terorsîtî ji wan buyera 11 Septamberê ji nav grûpên tundrew ên mîna El-Qayide û Cebhetulnusreyê welatiyên Erebistanê bûne an kirêgirtiyên Emerîkayê bûne lê qaziyê navbuhurî midehek berî niha navê Erebistanê ji vê dosiyê derxist .

Hin rayedarên Emerîkayê ji wan Hîlayî Klinton wezîra karên derve ya Amerîkayê ya berê û berbijara niha ya hilbijartinên serokkomariyê îtiraf dikin ku Emerîkayê li pêkanîna El-Qayidê dest hebûye .

Emerîkayê ji grûpên terorîstî ji wan ji grûpa Munafiqînê piştgirî kiriye û El-Qayide pêk aniye û ev grûpa boan cihanîna armancên xwe bikar aniye. Îran jî yek ji goriyên opersyonên terorîstî ye .

Bi pêşîneyeke wisa tawanbarkirina Îranê bo desthebûna li opersyonên terorîstî îdiayeke pêkenî ye . Ev şantaj û dayîna hukmên neqanûnî li dadgehên şanoyî yên Emerîkayê, kiryarek bona zevtkirina darayî û rakrina neqanûnî ya dirav ji hisabên Îranê ji aliyê dewleta Emerîkayê ye ku ji salên buhurî heya niha bûye wek pêvajoyek li warê kiryarên bi dijminatî li dijî Îranê .

Pêkanîna dadgehên qaşo hiqûqî bi mehna şikata dawarkarên kesane li dijî Îranê jixwe beşek ji pêvajoyeke e ku Emerîkayê bona dewama siaysetên bidijminatî yên xwe û tirsandina ji Îranê dişopîne .