Zêdebûna tedbîrên ewlehiyê li Emerîka û Ewrûpayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i214786-zêdebûna_tedbîrên_ewlehiyê_li_emerîka_û_ewrûpayê
Piştî êrişên terorstî yên vê dawiyê li Brukselê, paytexta Belcîkayê, dubarebûna êrişên wiha li welatên ewrûpî û Emerîkayê ji rayedarên wan re fukar çêkirine lewma ew neçar mane tedbîrên ewlehiyê zêde bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 27, 2016 14:40 Asia/Tehran
  • Zêdebûna  tedbîrên ewlehiyê li Emerîka û Ewrûpayê

Piştî êrişên terorstî yên vê dawiyê li Brukselê, paytexta Belcîkayê, dubarebûna êrişên wiha li welatên ewrûpî û Emerîkayê ji rayedarên wan re fukar çêkirine lewma ew neçar mane tedbîrên ewlehiyê zêde bikin.

Serokkomarê Emerîkayê, Barak Obama li axiftinekê li bara zêdebûna hevkariyên îstixbaratî bona rawestana li ber grûpa terorîstî agahî da û got ku tîmek ji wezîfedarên polîsê federal ên Emerîkayê, FBI`ê bona alîkariya bo pêvajoya hilkolandinên êrişên vê dawiyê li Belcîkayê damezerîne .

Obama îdia kir ku Koşka Sipî hevkariyên îstixbaratî bi Ewrûpayê re zêde kirine û li halê hilkolandina rewşa ewlehiyê nav Emerîkayê bona amadetiya tam li ber her êrişeke treorîstî ye .

Wezîrê karên derve yê Emerîkayê, Can Kêrî jî bal kişand ser dewama rawestana li ber terorîzmê û got ku Waşengtonê pêşniyar kiriye ku Ewrûpa sîsyimeke lêhevparkirina ( sharing) lêzanîan bona rawestana li ber êrişên terorîstî ava bike .

Wezîrê karên dreve yê Emerîkayê her wiha hêvî kir ku bi hevkariyên ewlehî û îstixbaratî yên welatên ewrûpî tev Emerîkayê, ev êrişên terorîstî êdî neqewimin .

Encama jêpirsiya nû ya saziya TNS Emnidê li bara êrişên treorîstî yên Brukselê nîşan dide ku sedî 56ê welatiyên almanî çavrê ne ku li sala 2016`an êrişên terorîstî li axa vî welatî cih werin .

Li gorî encama vê jêpirsiyê, sedî 38`ê welatiyên almanî jî ev hitmala qebûl nekirine .

Serokkomarê Fransayê, Fransuwa Oland (François Hollande) jî got ku sebebkarê sereke yên êrişên Parîs û Brukselê li halê jinavçûnê ye. Ji aliyê din ve rojnama fransî ya Le Figaro jî ragihand ku li pêvajoya peydakirina sebebkarên êrişên terorîstî yên vê dawiyê li Parîs û Brukselê hat eşkere kirin ku grûpeke berfireh a terorîstî-fransî-Becîkî li piştî êrişên treorîstî yên 13 Mijdara 2015an û 22 Adara 2016`an heye .

Piştî êrişên terorîstî li Brukselê, tedbîrên ewlehiyê li vî bajarî, Parîs, London û piraniya paytextên ewrûpî zêde bû .

Kontrola rêwiyan li nav mêtroyan û cihên giştî û hizûra berfireh a hêzên polîs li kolan û çarsiyan ji wan li Brkselê bûye baîs ku piraniya xelkê nederkevin û li malên xwe bimînin .

Her wiha meş û rêpîvana ku biryar bû îro yekşemiyê li Brukselê were birêve birin ji ber hegerên ewlehiyê û ser fermana Jan Jambon wezîrê karên hundir ê Belcîkayê hat betal kirin .

Ev meşa biryar bû bona protestokirina êrişên sêşemiya buhurî li Brukselê û pêkanîna hesta hevdiliyê li nav gelê Belcîkayê cih were .

Li encama êrişên terorîstî ya sê endamên grûpa treorîstî ya DAIŞê li bajarê Brulkselê paytexta Belcîkayê herîkêm 34 kes hatin kuştin û zêde ji 200 kes jî birîndar bûne .