Erebistan li opersyona ``Bahoza Guj`` li Yemenê şikest xwar
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i214723-erebistan_li_opersyona_bahoza_guj_li_yemenê_şikest_xwar
Bi derbasbûna salekê ser êrişên berfireh ên hevalbendiya siûdî ser Yemenê tim hin navçên curbicur ên vî welatî ketine ber êrişa balefirên cengê yên siûdî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 27, 2016 08:21 Asia/Tehran
  • Erebistan li opersyona ``Bahoza Guj`` li Yemenê şikest xwar

Bi derbasbûna salekê ser êrişên berfireh ên hevalbendiya siûdî ser Yemenê tim hin navçên curbicur ên vî welatî ketine ber êrişa balefirên cengê yên siûdî.

Balefirên erebistanî li cinayetên xwe yên vê dawiyê bi êrişa ser parzêgeha Teezê, li başûrê rojava Yemenê, malbateke deh kesî kuştin.

Êrişên berfireh ên Hevpeymaniya Siûdî nasiyar bi ``Operasyona Bahoza Guj`` ji 25 Adara 2015`an ve ser navçên curbicur ên Yemenê didome û her rojê hejmarek ji xelkê bêguneh ên Yemenê canê xwe ji dest didin. Xêncî kuştina xelkê Yemenê vî welatê xîzan û belangez ê erebî zêdetir ji berê di nava belengazî û qeyranê de derbas dike û binavahiyên ne ewqas xurt ên Yemenê jî bi êrişên Hevpeymaniya Siûdî hatine xira û wêran kirin û cînarê başûrî yê Erebistanê jî bûye nîşangeha cianyetên Alê Siûd.

Rejîma Siûdî bi çirayê kesk a Emerîkayê û aliyên din ên navçeyî, êrişa esmanî ser Yemenê destpê kir û îro piştî salekê ji malbata siûdiyan re tenê riswatiya binpêkirina berfireh a mafên mirovan li Yemenê maye .

Li gorî gotina Ebdulmelik El-Husî rêberê tevgera gelanî ya Ensarullaha Yemenê, êrişa Hevpeymaniya Siûdî ser vî welatî bi hevkariya Emerîka û Rejîma Îsraîlê destpê bû ku bi xwe cinayetkarên herî mezin ên cîhanê ne. Ebdulmelik El-Hûsî li axiftina li salvegera destdirêjiya Erebistanê ser Yemenê got ku armanca Emerîkayê û Îsraîlê bona piştgiriya ji vê destdirêjiya xopan a Yemenê, alozî û birêxistina şerê herêmî li nav vî welatî bûye .

Li gorî gotina rêberê tevgera gelanî ya Ensarullaha Yemenê, Rejîma Siûdî jî bi opersyona Bahoza Guj dixwest ku li navçê rola xwe hebe, lê wek cinayetkar li cîhanê hate nasîn .

Erebistana Siûdî bi birzêxistina şêr li Yemenê armancên siaysî dişopand da ku xêncî hebûna rola aktorê bibandor desthilatdarên siûdî li vî welatî bibin serdest lê tevî êrişên berfireh ên esmanî nekarîne bighêjine armancên xwe .

Tenê destkevta Rejîma Siûdî li êrişa ser Yemenê tevî piştgiriya Emerîkayê, hin welatên ewrûpî û Rejîma Siyonîstî, kuştina xelkê Yemenê û kavilkirina vî welatê xizan û feqîrê erebî bûye û raya giştî li cîhanê Erebistanê wek cinayetkar dibînin .

Yemen niha di rewşa herî xirab de ye û berûlayên qeyrana însanî li vî welatî roj bi rojê berfirehtir dibe. gelê bêguneh ê Yemenê rastî kêmasiya xwarek û îmkanên tendrustiyê hatine û ewlehiya xwarek û kêmasiya dermanan, pirsgirêka cidî ya gelê Yemenê ji ber şerxwaziya hakimên Erebistanê ye .

Li gorî daxûyaniya Rêxistina Cîhanî ya piştgiriya ji zarokan bi dewama êrişên Erebistanê û kuştina bi hezaran kesên sivîl ên yemenî, qeyrana mirovahiyê li Yemenê gurtir bûye bi curekê ku sedî 90`ê zarokên yemenî hewcedarê alkarên însanî yên destxwe ne .

Rêxistina Cîhanî ya piştgiriya ji zarokan got ku hejmarek ji welatên cîhanê bi piştgiriya ji êrişên Erebistanê, bêyî berçavgirtina dûhatên diltezîn ên vî karî destek dane gurtirbûna qeyrana Yemenê û tehdîdkirina canê bi milyonan zarokên yemenî .