Rexneya Îranê li hember dirêjkirina dema berpirsyariya Ehmed Şehîd
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i214507-rexneya_Îranê_li_hember_dirêjkirina_dema_berpirsyariya_ehmed_Şehîd
Komara Îslamiya Îranê, ji ber dirêjkirina dema berpirsyariya Ehmed Şehîd, raportêrê mafên mirovan ê NY ê taybetî Îranê, rexne kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 25, 2016 08:23 Asia/Tehran
  • Rexneya Îranê li hember dirêjkirina dema berpirsyariya Ehmed Şehîd

Komara Îslamiya Îranê, ji ber dirêjkirina dema berpirsyariya Ehmed Şehîd, raportêrê mafên mirovan ê NY ê taybetî Îranê, rexne kir.

Sadiq Hisên Cabirî- Ensarî, berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslmiya Îranê, pêncşemiyê bi şev got: Dirêjkirina dema berpirsyariya Ehmed Şehîd, raportêrê Mafên Mirovan ê NY ê taybetî Îranê, qed pêwîst û hiqûqî nîne û pejirandina wê bi armancên siyasî û tenê li gorî dijminatiya li hemberî Îranê pêk hatiye.

Cabêrî Ensarî, herwiha got, Komara Îslamiya Îranê, dirêjkirina dema berpirsyariya raportêrê mafên mirovan ê NY taybetî Îranê li ser bingeha dijminatiya tev Îranê dizane, lewma pêwîst nizane ku wê qebûl bike û xalên wê berçav bigire.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir, tevlihevbûna welatên damezîner û piştgirê biryarnama vê dawiyê ya Konseya Mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) li bara dirêjkirina dema berpirsyariya raportêrê mafên mirovan ê NY ê taybetî Îranê û piştgiriya welatên wekî Erebistan, Mîrekên Yekgirtî yên Ereb û Qeterê ku bi xwe di warên navxweyî û derveyî de pirsgirêkên wan hene, hegereka ron bo siyasîbûna vê biryarnamê û bikaranîna vê rêbaza navneteweyî ji aliyê welatên rojavayî va ye.

Piştgiriya hin welatên rojavayî û ereb ji vê biryarnamê, li rewşekê pêk hatiye ku welatên wekî Erebistan, Qeter û Mîrekên Yekgirtî yên Ereb, bi salan e ku bi awayekî cidî mafên mirovan ji wan mafên jinan, koçberan û mafên siyasî û sereke yên welatiyên xwe binpê dikin û li siyasetên xwe yên derveyî bi piştgirya ji têrorîsma li navçe û cîhanê bi komkujî û kavilbûnê re rûbirû ne û bi sepandina şerrekî bixwîn, xelkê Yemenê dikujin.

Konseya Mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) bi 20 dengên erê, 15 dengên na û 11 dengên bêalî, dirêjkirina dema berpirsyariya raportêrê taybet bona ragihandina rewşa mafên mirovan a li Îranê, pejirand.

Dirêjkirina dema berpirsyariya Ehmed Şehîd li halekî pêk hat ku wî du heftiyan beriya niha bi weşandina rapora xwe ya salane ya dubarebûyî li bara Îranê, careka din hin axiftin û tawanên pûç dijî Îranê hilêxistin.

Li vê raporê wî her wekî berê hewl da ku hin nigeraniyan li bara rewşa mafên mirovan li Îranê, veguheze endamên Konseya Mafên Mirovan.

Li gorî gotina berpirsên Komara Îslamiya Îranê, civakên siyasî yên li welatên rojavayê bi hevkariya hin desthilatdarên ereb bi taybet li heftiyên vê dawiyê ku helahelayên li bara mesela navokiya Îranê li çarçoveya lihevkirina navokî kêm bûne, meselên din ên wekî nigeraniya ji ber rewşa mafên mirovan li Îranê yan ceribandinên mûşekî yên Îranê, bona dewama zexta li ser Îranê kirine mehne.

Bi vî halî Komara Îslamiya Îranê, ser vê bawerê ye, berçavnegirtina çavkaniyên sereke yên binpêkerên mafên mirovan, bandoreke bingehîn daniye ser berfirehkirina pêlên tundrêtî û têrorîsmê ku wan rojana wekî cihên din ên cîhanê, ewrûpa jî girtiye ber xwe û zû yan dereng dewletên rojavayî ji ber van siyasetên cihêkariyê û ne mentiqî, yê bikevin ber hisabdayîna li gellên xwe.

Eva li halekê ye ku Komara Îslamiya Îranê li gorî perwerdehiyên olî û qanûna bingehîn û menşûra welatîbûnê ya ku niha amade dibe, baştirkirina rewşa mafên mirovan, erka xwe dizane û her li gorî wê heya niha hevkariyeke ron û aşkera û berdewam di çarçova rêbazên di warê mafên mirovan de yên Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) û ji wan rêbaza UPR yanî rapora cîhanî ya dewrê hebûye û bi saziyên Rêxistina Neteweyên Yekgirtî ra hevkarî kiriye.