Gotinên serokwezîrê Tirkiyê li bara bûyerên Broksêlê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i214288-gotinên_serokwezîrê_tirkiyê_li_bara_bûyerên_broksêlê
`Ewropayê encama siyasetên xwe yên neberpirsane dît`. Eva beşek ji gotinên serokwezîrê Tirkiyê û kurteya nêrîna wî li bara êrîşa têrorîstî ya roja sêşemiyê, 22`ê Adara 2016`an, li Broksêlê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 23, 2016 15:15 Asia/Tehran
  • Gotinên serokwezîrê Tirkiyê li bara bûyerên Broksêlê

`Ewropayê encama siyasetên xwe yên neberpirsane dît`. Eva beşek ji gotinên serokwezîrê Tirkiyê û kurteya nêrîna wî li bara êrîşa têrorîstî ya roja sêşemiyê, 22`ê Adara 2016`an, li Broksêlê ye.

Serokwezîrê Tirkiyê, Ehmed Dawûdoxlû idia dike ku ewlehiya Tirkiyê ji Tirkiyê dest pê dike û ji bo hebûna Yekîtiya Ewropayeke ewleh divê navçeyeke ewleh li bakûra Sûriyê were damezirandin.

Serokwezîrê Tirkiyê ku li koma parlementerên Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) diaxivî, tevî amajeya ser êrîşên têrorîstî li Broksêlê, Ewropa li warê bêberpirsiya li bara têrorîsmê tawanbar kir.

Gotinên van rojan ên rayedarên derecebilind ên Tirkiyê li bara bûyerên têrorîstî li vî welatî û reftara Yekîtiya Ewropayê li hemberî van bûyeran çaverêtiyên Enqerê ji Yekîtiya Ewropayê digire ber xwe, van cûre gotinên tirkan bala hin navendên siyasî û mêdyayî li Ewropayê kişandine.

Bi taybet ku ji hêla van navendên siyasî û mêdyayî va cûreke kêfxweşiya ji ber pekiyana nearamiyê bo Ewropayê li gotinên rayedarên derecebilind ên Tirkiyê xûya dibe.

Amajeya serokwezîrê Tirkiyê ser teqînên têrorîstî li Broksêlê û eşkeregotina wî li bara viya ku ev êrîş encama siyasetên neberpirsaane yên Yekîtiya Ewroapyê bûne, piştrastkirina vê gumana navendên siyasî û mêdyayî yên civaka ewropî ye. Tevî viya ku ji hêla navendên mêdyayî yên Ewropê va eger gotinên hevrê ligel pêşgotinê yên serokomarê Tirkiyê, Receb Teyib Erdoxani li bara êrîşên têrorîstî li Broksêlê li kêleka gotinên serokwezîrê Tirkiyê bin, wê çaxê bi saya danîna li kêleka hev a tîkeyên pazila rola Tirkiyê li pîjkirin, rêvebiriya tevgerên koma têrorîst a DAIŞ`ê wêneyeke ronîtir ji reftara Tirkiyê ya lîstina bi koma têrorîst a DAIŞ`ê va ji bo pêşdabirina armancên navçeyî yên vî welatî xuya dibe.

Serokomarê Tirkiyê roja 18`ê adara 2016`an û tenê çar rojan berî êrîşên têrorîstî li Broksêla paytexta Bêljîkê li axaftina xwe li merasima bibîranîna şerê Çanakkalayê gotibû: `Tu egerek tine ku bomba ku li Enqerê teqiya, li Broksêlê yan her bajarekî din ê ewropî neteqe.`

Tenê rojekê piştî van gotinên Erdoxîn, êrîşeke têrorîstî li bajarê Istenbolê qewimî û sê rojan piştra bajarê Broksêla paytexta Bêljîkê û navenda Yekîtiya Ewroapyê kete ber çar êrîşên têrorîstî.

Şiroveya civatên siyasî û mêdyayî yên ewropî li bara nêzikatiya gotinên serokomar û serokwezîrê Tirkiyê ligel kiryarên têrorîstî yên Istenbol û Broksêlê ku koma tekfîrî ya DAIŞ`ê sebebkara her duyan bû, ne li ser mentiqa siyaset û hikûmet û alfabêya siyaseta derveyî ye, lê di eynî demê da gumana rêvebirinan DAIŞ`ê ji aliyê Enqerê va xurt dike.

Plana pêkanîna navçeya navbirr li bakûrê Sûriyê bi armanca çêkirina qaşo navçeyeke ewleh ji bo hêzên bi ihtimaleke mezin leşkerî û ewlehiyê yên Tirkiyê li çarçoveya hêzên hawargihan ji bo awareyên sûrî her viha bidestxistina rizamendiya Yekîtiya Ewropayê ji bo wergirtina alîkariyên malî dewsa alîkariyên mirovî û hawargihaniyê û alîkariyên tenduristiyê, beşek ji armancên Tirkiyê ji bo damezirandina navçeya ewleh li bakûrê Sûriyê ne.

Navçeya ewleh ku renge heta bikare ciyê kombûna gişt komên çekdar û dijberên dewleta Sûriyê li vê deverê be û imkana têkilî û şandina alîkariyên locistîk bo wan ji bo dewama şerê li dijî dewleta Beşar Esedi dabîn bike.

Armancên ku hinek ji rexnekirên ji dewleta Tirkiyê li ser vê bawerê ne ku Enqere wan di bin navê hevkariya ligel Yekîtiya Ewropayê da ji bo şerê li dijî têrorîsmê dişopîne.

Pêgiriya çendcariya rayedarên dewleta Tirkiyê û niha serokwezîrê vî welatî li ser vexwendina Yekîtiya Ewroapyê ji bo damezirandina tişta ku wê wek ``navçeya ewleh li bakûrê Sûriyê ji bo bicihkirina awareyên sûrî`` dizane, li vê babetê tê nirxandin.

Tişta balkêş ev e ku rayedarên tirk tenê ji ber bêdengiya civaka ewropî li hemberî van planan û xwestekên Tirkiyê, navenda Yekîtiya Ewropayê û bajarên din ên ewropî hêjayî pêkanîna tevgerên têrorîstî dizanin û ji bo ku li axaftina xwe balê bikişînin ser xwestekên xwe, li dû girêdana ewlehiya bakûrê Sûriyê bi ewlehiya civata Tirkiyê her viha ewlehiya li qada berfireh a Yekîtiya Ewropayê va ne.