Balyozê Înglîzê bo Wezareta Karên Derve ya Îranê hat bangkirin
Çirî 14, 2026 19:20 Asia/Tehran
Wek berteka li hember tawanbarkirina rayedarên înglîzî derbarê bûyera îdiayî ya baregeha leşkerî ya Fairfordê, balyozê vî welatî li Tehranê bo Wezareta Karên Derve hat bangkirin.
Elîreza Yûsifî, Rêvebirê Giştî yê Ewropaya Rojava ya Wezareta Karên Derve ya Îranê tevî redkirina teqil a van tawanbarkirinan, nerazîbûna tund a Komara Îslamî ya Îranê hemberî nêrîna neberpirsyarane û dijminane ya Londonê ragihand. Wî ji hikûmeta Înglîzê xwest ku belgeyên îdiayên xwe raber bike û hişyarî da ku di rewşa berevajî da, Îran dê têkilîyên dualî bi Înglîzê ra bide ber venihêrînê. Balyozê Înglîzê jî ragihand ku ew ê nerazîbûna Tehranê bigihîne rayedarên welatê xwe.