Alûgorên Yemenê bûne mijara gotûbêja wezîrên karên derve yên Îranê û Omanê
Çirî 14, 2026 20:14 Asia/Tehran
Wezîrên karên derve yên Komara Îslamî ya Îranê û Omanê derbarê dawîn alûgorên navçeyî ji wan alûgorên Yemenê rawêjkarî kirin.
Seyîd Ebas Iraqçî û Bedr El-Bûseîdî di têkilîya telefonî da, derbarê dawîn alûgorên navçeyî ji wan alûgorên Yemenê rawêjkarî kirin û rêyên pêkhatina aşitî û aramîyê li navçeyê nirxandin. Ev têkilî dewama rawêjkariyên navçeyî yên dezgeha dîplomasiyê ya Komara Îslamî ya Îranê ji bo hêsankirina kêmkirina kêşeyan li navçeyê ye. Iraqçî di du rojên raborî da di têkilîyên telefonî yên cuda da bi hevpêşeyên xwe yên ji Misir, Tirkîye, Iraq û Erebistana Siûdî ra derbarê alûgorên Yemenê rawêjkarî kir.