Têkbirina şebekeya siyonîst a Behaiyetê ji hêla Îtiletata Sipahê ve
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i358017-têkbirina_şebekeya_siyonîst_a_behaiyetê_ji_hêla_Îtiletata_sipahê_ve
Beşa ragehandinê ya Sipahê di daxûyaniyekê de ragehand ku şebekeyeke rêkxistinkirî ya sîxorên behayî ku rasterast bi kesên peywendîdar ên li Amerîka û Rejîma Siyonîst ve têkiliya wan hebû, hatin naskirin û desteserkirin.
(last modified 2026-01-20T13:39:06+00:00 )
Çile 20, 2026 17:05 Asia/Tehran
  • Têkbirina şebekeya siyonîst a Behaiyetê ji hêla Îtiletata Sipahê ve

Beşa ragehandinê ya Sipahê di daxûyaniyekê de ragehand ku şebekeyeke rêkxistinkirî ya sîxorên behayî ku rasterast bi kesên peywendîdar ên li Amerîka û Rejîma Siyonîst ve têkiliya wan hebû, hatin naskirin û desteserkirin.

Vê şebekeyê dema ku alozî li Îranê heftiya borî destpê bûn bi avakirina komeke  online hewahengî û organîzekirina endamên komê dikirin û di çarçoveya tîmên operasyonê yên dijber bi çekan û bi kêrê ketin qada  ajawegêriyan û kiryarên dije ewlehiyê kirin. Hemû serşebekeyên  vê komê li Kirmanê hatin girtin.

 Sipahê Îmam Riza li  Xuresana Rezewî   jî ragehand ku bi hewla leşkerên  bê nav û nîşan ên Îmam Zeman li Rêxistina  Îtilata Sipahê  û hemahengiya  dezgeha  Dadweriyê beşeke giring  ji  endamên sereke yên şebekeya terorîstî ya amerîkî- siyonîstî ketin ber derbeyan . Di vê opersyonê de tîmeke sê kesî ya çekdar ser bi teşkîlata terorîstî  ya paşatîxwaz û tîmeke 5 kesî têkildarî koma Munafiqînê hatin girtin û di lêgeriya vê veşartgeha van endaman de cureyên çekan  û teqemeniyan keşf û  zewt kirine.