Qonaxa dawîn a tetbîqata dijî terorîstî ya Sehend 2025`ê destpê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i357337-qonaxa_dawîn_a_tetbîqata_dijî_terorîstî_ya_sehend_2025_ê_destpê_kir
Qonaxa dawîn a tetbîqata dijî terorîstî ya Sehend 2025`ê, îro bi cihatina operaiyona yekîneyên beşdar destpê kir.
(last modified 2025-12-04T09:11:38+00:00 )
Kanûn 04, 2025 10:27 Asia/Tehran
  • Qonaxa dawîn a tetbîqata dijî terorîstî ya Sehend 2025`ê destpê kir

Qonaxa dawîn a tetbîqata dijî terorîstî ya Sehend 2025`ê, îro bi cihatina operaiyona yekîneyên beşdar destpê kir.

Di vê qonaxa meşqa dijî terorîstî ya Sehend 2025`ê de ku bi beşdariya yekîneyên taybet û yên opeasiyonê yên welatên endamê Şahghayê û bi dirûşma Hewldana giştalî ji bo sekinîna li hember terorîsmê li parêzgeha Azerbaycana Rojhilat hate lidarxistin, tîmên ji hêza bejahî ya Sipahê, artêşa Bilarûsê û artêşa Ozbekistanê cûre sênariyoyên ji bo sekinîna li hember kiryarên terorîstî, azadkirina rehînan, hêlîborn, şerrê elektêronîk, rûxandina komên terorîst li ser sînor meşq kirin.

Ji bilî viya erka piştevaniya cengê û hêlîborna hêzan ser hêlîkopterên Hewanîrûz a Sipahê bû û di qonaxa sereke ya vê tetbîqatê de meşqên leşkerî û operasiyonên ramalîn, şopandin û azadkirina rehînan ji aliyê yekîneyên Peymana Şanghayê cih hatin.