Îranê ji ber lidarxistina serketî ya hilbijartinê pîrozbayî li Iraqê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i357046-Îranê_ji_ber_lidarxistina_serketî_ya_hilbijartinê_pîrozbayî_li_iraqê_kir
Balyozê Îranê yê Bexdayê ji ber lidarxistina serkevtî ya hilbijartina parlimanê li Iraqê, pîrozbayî li rayedarên vî welatî kir u got ku ev yeka xaleke werçerxanê ya din di xurtkirina demokirasîyê u demajoya pêşxistin u istiqrara vî welatî da ye.
(last modified 2025-11-12T12:28:02+00:00 )
Tesrîn 12, 2025 14:32 Asia/Tehran
  • Îranê ji ber lidarxistina serketî ya hilbijartinê pîrozbayî li Iraqê kir

Balyozê Îranê yê Bexdayê ji ber lidarxistina serkevtî ya hilbijartina parlimanê li Iraqê, pîrozbayî li rayedarên vî welatî kir u got ku ev yeka xaleke werçerxanê ya din di xurtkirina demokirasîyê u demajoya pêşxistin u istiqrara vî welatî da ye.

Mihemed- Kazim Alê Sadiq Balyozê Îranê yê Bexdayê îro di peyamekê da nivîsî: Ez ji ber lidarxistina serketî ya hilbijartina parlimanê pîrozbahîyê li gel u dewleta Iraqê dikim. Wî herwiha got: Ev pêngava girîng, vîna gelê Iraqê û serwerîya vî welatî nîşan dide u xaleke werçerxanê ya din di çarçova xurtkirin u qahîmkirina demokirasîyê u demajoya pêşxistin û istiqrara vî welatî da tê hesêb.

Balyozê Îranê yê Bexdayê herwiha got: Ez siberojeke geş û xweş ji bo dewlet u gelê Iraqê hêvî dikim.