Pêgirîya Wezîrê Karên Derve yê Îranê ser sekinîna himber yekalîgeriyê li cîhanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i356199-pêgirîya_wezîrê_karên_derve_yê_Îranê_ser_sekinîna_himber_yekalîgeriyê_li_cîhanê
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got ku Îran yek ji gorîyên yekalîgeriya Amerîkayê û macerahezîya Rejîma Siyonîst e, lê evyek nebûye sedem ku em erkên xwe wek akterekî çalak ê navdewletî pêk neynin.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Îlon 16, 2025 15:49 Asia/Tehran

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got ku Îran yek ji gorîyên yekalîgeriya Amerîkayê û macerahezîya Rejîma Siyonîst e, lê evyek nebûye sedem ku em erkên xwe wek akterekî çalak ê navdewletî pêk neynin.

Seyîd Ebbas Iraqçî Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê îro di merasima destpêkirina Duyemîn Konfiransa Netewî ya Îran û Rêxistina Hevkarîya Aborî (ECO) got: Cîhana roja îro zêdetir ji her demî pêrgî yekalîgeriyê beredayî bûye. Vê demajoya dilnigeranker pergala navdewletî sist kirîye u parastina aştî û ewlehîya herêmî û cîhanî jî tûşî hevkêşî û pirsgirêkan kirîye û herwiha di encamê da derfetên hevkarîya welatan bisînor û sist bûne.

Iraqçî pêgirî kir ku mekanîzmên çendalî pêwîst e ku bên xurtkirin û got: Hevkarî û jihevfêrbûna welatên di halê pêşketinê di çarçova çendalîgeriyê  da idî ne bijareyek belkî pêwîstîyek e. Îran yek ji gorîyên yekalîgeriya Amerîkayê û macerahezîyên bitaluke yên Rejîma Siyonîst e u hela jî tûşî dûhatên vê yekê ye, lê ji berpirsyarîyên xwe wek akterekî çalak u bibandor di têkilîyên aborî û pêşxistinê yên çendalî û herêmî da xafil nabe. 

Iraqçî bal kiaşnd ser amadekirina pêşnivîsa Panoramaya 2035ê û pêgirî kir: Panoramaya nû ya ECOyê divê li gorî rastîyan, zanistî be u imkana pêkanîn û nirxandina wê hebe û tê da ji ezmûnên bicihannîa panoramayaên berê ji wan a 2025ê sûd hatibe wergirtin ta ku vê rêxistinê di dehsalîya bê da bixe rêya geşbûn û pêşketinê.