Hevdîtina Wezîrên Karên Derve yên Îran û Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i354743-hevdîtina_wezîrên_karên_derve_yên_Îran_û_iraqê
Wezîrên Karên Derve yên Îran û Iraqê îro li rex Kombûna Gotûbêjê ya Têhranê hevdîtin pêk anîn.
(last modified 2025-05-19T11:47:40+00:00 )
May 19, 2025 14:36 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Wezîrên Karên Derve yên Îran û Iraqê

Wezîrên Karên Derve yên Îran û Iraqê îro li rex Kombûna Gotûbêjê ya Têhranê hevdîtin pêk anîn.

Fuad Hisên Wezîrê Karên Derve yê Iraqê ku ji bo beşdarbûna di Kombûna Dîyalogê ya Têhranê da seredana Îranê kirîye, li kêleka vê kombûnê bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê ra civîya û her du wezîran basa meseleyên dualî û herêmê kirin.

Fuad Hisên go: Me li Iraqê pirsgirêkên navxweyî yên xwe bi rêya pergala demokiratîk û federal çareser kirin û hêvî dikin ku gelê Sûrîyê jî bikaribin pergaleke demokiratîk hebin û bikaribin rêvebirên xwe bi rêya demokirasîyê hilbijêrin.