Zêdebûna hevkariyên Îranê û Herêma Kurdistana Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i354455-zêdebûna_hevkariyên_Îranê_û_herêma_kurdistana_iraqê
Alîkarê pişka geşepêdana gund û navçeyên bêpar a serokomartiya Îranê li ser pêwîstiya geşepêdana hevpar û pilandarêştina hevgirtî ji bo sermayedanîn û hevkariyên di warê sînor û binavahiyê di navbera Îran û Herêma Kurdistana Iraqê de pêgîrî kir.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Nîsan 29, 2025 13:31 Asia/Tehran
  • Zêdebûna hevkariyên Îranê û Herêma Kurdistana Iraqê

Alîkarê pişka geşepêdana gund û navçeyên bêpar a serokomartiya Îranê li ser pêwîstiya geşepêdana hevpar û pilandarêştina hevgirtî ji bo sermayedanîn û hevkariyên di warê sînor û binavahiyê di navbera Îran û Herêma Kurdistana Iraqê de pêgîrî kir.

Ebdulkerîm Hisênzade, li rex Nîşangeha Îran EXPO 2025`ê li hevdîtina bi parêzgahrê Hewlêrê û taxima bi  pê re, amajeyî girîngiya Lihevhatina navçeyî kir û got: Di nijyara pilandarêştina navçeyî û navnetewî de, meriv nikare geşepêdana parêzgehên li ser sînorên du welatan de ku çand, abor, herêm û coxrafiyayeka wan wekhev hene, bi awayekî cida bişopîne. Wî pêgîrî kir: Pêwîst e ku di navbera Îran û Hewlêrê de manîfêsteka geşepêdana hevpar û pilandarêştina yekdeng amade bibe; Bernameyek ku bi lêkolînên hûr û belgeya pêngavrakirina hevpar, rê ji bo sermayedanîn, hevkarî û berfirehkirin û geşkirina binesaziyên yekparçe xweş bike.