Pizişkiyan: Îran û Komara Azerbaycanê dikarin aştî û ewlehiyê li herêmê pêk bînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i354443-pizişkiyan_Îran_û_komara_azerbaycanê_dikarin_aştî_û_ewlehiyê_li_herêmê_pêk_bînin
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got ku Îran û Komara Azerbaycanê dikarin bi alîkariya hev aştî û ewlehiyê li herêmê pêk bînin û bi hevkariyê pirsgirêkan çareser bikin.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Nîsan 28, 2025 15:17 Asia/Tehran

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got ku Îran û Komara Azerbaycanê dikarin bi alîkariya hev aştî û ewlehiyê li herêmê pêk bînin û bi hevkariyê pirsgirêkan çareser bikin.

Mesûd Pizişkiyan îro di civîneke çapemeniyê ya hevpar de ligel Îlham Eliyev got: Em dikarin di hemû waran de hevkariyê bikin.Wî got ku her du welat, wekî  welatên cîran, her tim piştgiriyê didin hev.  Em li vê navçê ji aliyê ol, bawerî û siyasî ve gelek xalên me yên hevpar hene û em hewl didin ku  ser bingeha van xalên hevpar têkiliyên  xwe berfireh bikin.

Serokkomarê Îranê peymanên di navbera Tehran û Bakûyê de stratejîk û girîng bi nav kir û got: Ger hemû welatên Îslamî û cîran destên xwe bidin hev û rêzê li yekparçetiya axa hev bigirin, em dikarin bi lihevkirina  ser nêrînên hevpar û berfirehkirina têkiliyên xwe di hemû waran de hevkariyê bikin.

Serokkomarê Azerbaycanê jî di vê civîna çapemeniyê de got ku di hevdîtina wî ya bi birêz Pizişkiyan re, me  tekezî ser girîngiya têkiliyên stratejîk  navbera her du welatan de kir. Wî got ku armanca sereke ya her du aliyan berfirehkirina  çalakî û têkiliyan e.

Îlham Eliyev got ku hevkariya Komara Azerbaycanê û Îranê ser bingeha ewlehiya navçê di hemû waran de ye. Gelek hevkariyên me  di warê aborî de heye