Beqayî: Êrişên Amerîkayê ser Yemenê gefek dijî ewlehiya navneteweyî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i354268-beqayî_Êrişên_amerîkayê_ser_yemenê_gefek_dijî_ewlehiya_navneteweyî
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê êrişên hewayî yên Amerîkayê ser hinek ji navçeyên Yemenê bi tundî şermezar kir.
(last modified 2025-04-16T12:00:05+00:00 )
Nîsan 16, 2025 16:11 Asia/Tehran
  • Beqayî: Êrişên Amerîkayê ser Yemenê gefek dijî ewlehiya navneteweyî

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê êrişên hewayî yên Amerîkayê ser hinek ji navçeyên Yemenê bi tundî şermezar kir.

Îsmaîl Beqayî ev kiryara wek gefeke cidî dijî aştî û ewlehiya navdewletî nirxand. Beqayî bal kişand ser dûhatên mirovî yên van êrişan ji wan şehîd û birîndarkirina sivîlan û wêrankirina binesaziyên Yemenê, ew yek  ji sedema  bêewlehiya navçê û bihêzkirina kiryarên Rejîma Siyonîst li dewama kirîza Filistînê nirxand. Beqayî herwiha daxwaza berteka cidî ya Konseya Ewlehiyê  ya NY û kiryara bi bandor a hikûmetên Îslamî û Rêxistina Hevkariya Îslamî  bo rawestandina kiryarên binpêkirê qanûnên navdewletî  kir .