Şemî di Omanê de, Muzakirên nerasterast di navbera Îran û Amerîkayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i354147-Şemî_di_omanê_de_muzakirên_nerasterast_di_navbera_Îran_û_amerîkayê
Wezîrê karên derve yê Îranê ragihand ku muzakireyên bi Amerîkayê re roja şemiyê bi awayê nerasterast li Umanê dê bên lidarxistin û Îran tenê vê rêbazê qebûl dike.
(last modified 2026-09-02T15:58:59+00:00 )
Nîsan 08, 2025 13:15 Asia/Tehran
  • Şemî di Omanê de, Muzakirên nerasterast di navbera Îran û Amerîkayê

Wezîrê karên derve yê Îranê ragihand ku muzakireyên bi Amerîkayê re roja şemiyê bi awayê nerasterast li Umanê dê bên lidarxistin û Îran tenê vê rêbazê qebûl dike.

Ebas Eraqçî muzakirên nerasterast di peywendiyên navdewletî de weke rêbazeke asayî da zanîn û tekez kir ku armanca sereke dabînkirina berjewendiyên gelê Îranê û rakirina dorpêçên bi neheqî ye. Eraqçî her wiha got, ger aliyê din îradeya wan a rasteqîn hebe, muhtemel e li hevkirinek pêk were . Ev muzakire dê bi navbeynkariya Wezîrê Derve yê Omanê û amadebûna nûnerê taybet ê Trump were lidarxistin.