Berxwedana li hember dagirkirî, zilm û koloniyalîzmê kuta nabe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i353514-berxwedana_li_hember_dagirkirî_zilm_û_koloniyalîzmê_kuta_nabe
Rêberê Şoreşa Îslamî pêgîrî kir: Bila dijmin bizanibe ku berxwedana li hember dagirkirî, zilm û koloniyalîzmê kuta nabe û wê heta ku serê xwe bigire, bidome.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Sibat 23, 2025 17:00 Asia/Tehran
  • Berxwedana li hember dagirkirî, zilm û koloniyalîzmê kuta nabe

Rêberê Şoreşa Îslamî pêgîrî kir: Bila dijmin bizanibe ku berxwedana li hember dagirkirî, zilm û koloniyalîzmê kuta nabe û wê heta ku serê xwe bigire, bidome.

Hezretê ayetullah Xamineyî, di peyamekî da bi minasibeta birêveçûna merasima oxirkirin û bi axê ispartina şehîdên Berxwedanê ku ji aliyê hucetulîslam Seyîd Micteba Hisênî, nûnerê rêberê giranqedr li Iraqê û endamê taxima nûnerên rêbertiyê ku bo Libnanê hatine şandin da, hat xwendin pêgîrî kir: Têkoşerê mezin û rêzdar ê pêşengê Berxwedana li navçê, hezretê Seyîd Hesen Nesrullah(Eila Ellah Meqame) niha di asta jorîn a mezinatiyê da ye. Meytê wî ê paqij di warê cîhadê Fî Sebîlêllah de bi axê re tê ispartin, lê rih û rêya wî her rojê serfiraztir ji berê wê xûya bike. Navê qenc ê Seyîd Haşim Sefîyedîn(Rizwan Ullah Eleyh) jî stêrka ronak a dîroka vê navçê ye. Ew alîkarê nêzîk û cidanebûyî ji rêberê berxwedana li Libnanê bû. Silavên Xwedê li van du micahidên serfiraz û şervanên din ên wêrek û fîdakar ku vê dawiyê şehîd bûn û li hemû şehîdên îslamê û li we zarokên min ên ezîz, ciwanên egît ên Libnanê.