Beqayî: Emê bi asteke bilind de beşdarî merasima oxirkirina şehîd Nesrullah bibin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i353434-beqayî_emê_bi_asteke_bilind_de_beşdarî_merasima_oxirkirina_şehîd_nesrullah_bibin
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê di civîna rojnamevaniyê ya îro de, helwestên Îranê li hember mesele û alûgurên navçeyê şirove kirin.
(last modified 2025-02-17T10:52:15+00:00 )
Sibat 17, 2025 13:32 Asia/Tehran
  • Beqayî: Emê bi asteke bilind de beşdarî merasima oxirkirina şehîd Nesrullah bibin

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê di civîna rojnamevaniyê ya îro de, helwestên Îranê li hember mesele û alûgurên navçeyê şirove kirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê di destpêk de derbarê amadebûna şandeke payebilind a Îranê li merasîma  oxirkirina termê şehîd Seyîd Hesen Nesrullah agahî da  û derbarê  alûgurên Sûriyê jî got: Helwesta me ya li hemberî Sûriyê zelal û bê guhertin e. Divê çarenivîsa gelê Sûriyê ji aliyê gelê vî welatî ve were diyarkirin.

Îsmaîl Beqayî jî li bersiva pirsekê derbarê gefên serokwezîrê Rejîam Siyonîst li dijî Îranê  jî got: Ev cure gefxwarin tê wateya binpêkirina eşkere ya  pirensîp û armancên  peymana  NY   û kesê ku gefên wiha tîne ziman divê li asta navnetewî de  were cezakirin.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê li berteka li hemberî siyaseta Trump a zexta herî zêde li ser Îranê û gefa li dijî hevkariyên aborî yên Îran û Iraqê  jî got: Em nahêlin ku şerûtiyên aliyên sêyemîn bandorê li peywendiyên baş ên cîrantiya Îranê û welatên cîran bike.