Gera nû ya gotûbêjên Îran û Ewrûpayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i353038-gera_nû_ya_gotûbêjên_Îran_û_ewrûpayê
Alîkarê beşa hiqûqî û navnetewî ya wezîrê karên derve yê Îranê amajeyî gotûbêjên di navbera Îran û Ewrûpayê de kir û got: Komara Îslamiya Îranê hema wek berê ji bo ji nû ve destpêkirina muzakireyên ji holêrakirina boykotan amade ye.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Çile 21, 2025 11:42 Asia/Tehran
  • Gera nû ya gotûbêjên Îran û Ewrûpayê

Alîkarê beşa hiqûqî û navnetewî ya wezîrê karên derve yê Îranê amajeyî gotûbêjên di navbera Îran û Ewrûpayê de kir û got: Komara Îslamiya Îranê hema wek berê ji bo ji nû ve destpêkirina muzakireyên ji holêrakirina boykotan amade ye.

Kazim Xerîbabadî herwiha got: Îran hemîşe ji bo muzakireyê amade ye û eger aliyên din jî amade bin, wê muzakire serê xwe bigire û bigihîje encamê jî. Alîkarê beşa hiqûqî û navnetewî ya wezîrê karên derve yê Îranê bi pêgîriya li ser viya ku her kes dizane bernama navokî ya Îranê aştiyane ye, destnîşan kir: Boykotên yekalî û neqanûnî yên dijî Îranê, negihîştine armancên xwe. Xerîbabadî pêgîrî kir ku dema dewira nû ya gotûbêjên di navbera Îran Ewrûpayê de wê bi şêwîrîna bi her du aliyan ve kivş bibe.