Hevdîtina Serokomarê Îranê û Serokwezîrê Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i352854-hevdîtina_serokomarê_Îranê_û_serokwezîrê_iraqê
Serokê Komara Îslamî a Îranê îro bi Mihemed Şiya El-Sûdanî Serokwezîrê Iraqê re hevdîtin û gotûbêj kir.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Çile 08, 2025 15:06 Asia/Tehran

Serokê Komara Îslamî a Îranê îro bi Mihemed Şiya El-Sûdanî Serokwezîrê Iraqê re hevdîtin û gotûbêj kir.

Di vê hevdîtinê de her du alî ser peywendiyên dualî yên Îran û Iraqê û her wiha mijarên navçeyî bi taybetî  rawestana li ber komên terorîstî û alûgurên Sûriyê gotûbêj kirin.

Serokomarê Îranê û Serokwezîrê Iraqê pişt re li civîna çapemeniyê ya hevpar de amade bûn.Serokomarê Îranê peywendiyên li gel Iraqê stratejîk da zanîn û got ku her du welatan îradeyek pir baş jibo hevkariya di hemû waran de hene.Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha bal kişande ser vê yekê ku her du welatan f fiukarên hevpar li bara Sûriyê hene û got: îstiqrar û aramiya Sûriyê, parastina yekparçeyiya axê ya  Sûriyê, şerê li himberî komên têrorîst, pêwîstiya derketina Rejîma Siyonîst ji navçeyên dagîrkirî û berçavgirtina hestên olî, bi taybetî derbarê  tirbên pîroz ên şîeyan , ji van fukaran in.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî  di vê civîna  rojnamevanî de peywendiyên navbera Îraq û Îranê  herîbaş û taybet  wesif kir û ser dewama hevkariyên aborî yên digel Têhranê tekez kir.Serokwezîrê Iraqê got ku tenha  rêya bidawîanîna şerê li Xezzeyê diyarîkirina mafê çarenivîsê ji aliyê gelê Filistînê bi xwe ye û ser piştgiriya Iraqê ji berdewamiya agirbesa li Xezzeyê tekez kir.