Peyama serokomarê Îranê bi minasibeta Şeva Çilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i352559-peyama_serokomarê_Îranê_bi_minasibeta_Şeva_Çilê
Serokomarê Îranê di peyamekî da bo îraniyan bi minasibeta Şeva Çilê, ev rê û risma kevnar behaneyek ji bo hevdilî û nêzîkirina dilan da zanîn.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Kanûn 19, 2024 13:55 Asia/Tehran
  • Peyama serokomarê Îranê bi minasibeta Şeva Çilê

Serokomarê Îranê di peyamekî da bo îraniyan bi minasibeta Şeva Çilê, ev rê û risma kevnar behaneyek ji bo hevdilî û nêzîkirina dilan da zanîn.

Mesûd Pêzêşkiyan, Serokê Komara Îslamiya Îranê di peyamekî da bo îraniyan bi minasibeta Şeva Çile nivîsî, îro zêde ji her tiştekî hewcetî bi gotûbêj, hevdilî û hevrêtiyê heye û ev hevdilî ji nav malbatê wê pêk were.

Serokomarê Îranê herwiha got, şeva herî dirêj a salê jî behaneya herî baş ji bo hevdilî, gotûbêj û ji navbirina dilmayînê û nêzîkbûna dilên îraniyan e.

Malbata mezin a Îranê, Şeva Çile, wekî şeva herî dirêj a salê, dora hev kom dibin û bi hev re xeber didin; Ev dem û gava bihevrebûnê, wê xem û xedûkan ji dilan bibe ji ber ku îranî ser vê bawerê ne piştî Çilê, ronahî wê bê.