Îran: Bila Teroîkaya Ewrûpayê binpêkirina Rêkevtinameya Navokî rawestîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i352361-Îran_bila_teroîkaya_ewrûpayê_binpêkirina_rêkevtinameya_navokî_rawestîne
Balyoz û Wekîlê Dayimî yê Îranê yê NY, di nameyekê da tawanbarkirina Têhranê pûç û bêbingeh û bi meremên sîyasî zanî.
(last modified 2024-12-03T11:28:23+00:00 )
Kanûn 03, 2024 14:55 Asia/Tehran
  • Îran: Bila Teroîkaya Ewrûpayê binpêkirina Rêkevtinameya Navokî rawestîne

Balyoz û Wekîlê Dayimî yê Îranê yê NY, di nameyekê da tawanbarkirina Têhranê pûç û bêbingeh û bi meremên sîyasî zanî.

Piştî ku wekîlên Alman, Fransa û Ingilîsê Îran tawanbar kirin, Emîr- Se`îd Îrewanî Balyoz û Wekîlê Dayimî yê Îranê yê NY jî di nameyeke bo Konseya Emnî û Sersekreterê NY da, pêgirî kir ku pêngavên Îranê di çaçrova mafên rewa yên di xalên 26 û 36 ên Rêkevtinameya Navokî da hatine kivşkirin, tên rakirin û wek bertekek li himber vekişîna yekalî û neqanûnî ya Amerîkayê ji wê rêkevtinameyê ne.

Di vê nameyê da hatîye ku Alman, Fransa û Ingilîsê sozên ji bo rakirina boykotên dijî Îranê bi caran binpê kirine û bi sepandina boykotên nû ji wan dijî gemîvanî û Rêxistina Geştên Esmanî yên Îranê, sîyasetên bikîn ên xwe domandine.

Îrewanî herwiha bal kişand ser hevkarîya zelal û avaker a Îranê tev Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê û pêgirî kir ku bernameya navokî ya Îranê di çaçrova peymana NPTyê da tam di bin çavdêrîya vê ajansê da ye û çekên navokî ti cîyekê wê  di doktorîna berevanîyê ya Îranê da tinene.