Iraqçî: Ti terorîstek li Îranê parastî nîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i351912-iraqçî_ti_terorîstek_li_Îranê_parastî_nîne
Wezîrê karên derve got: Ti terorîstek li Îranê parastî nîne, heta eger ji aliyê Almanê ve were piştgîrîkirin.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Çirî 29, 2024 14:43 Asia/Tehran

Wezîrê karên derve got: Ti terorîstek li Îranê parastî nîne, heta eger ji aliyê Almanê ve were piştgîrîkirin.

Seyîd Ebas Iraqçî li dû îdamkirina Cemşîd Şarmehd, serkiredeyê Koma Terorîst a Tunderê li Îranê û berteka hikûmeta Almanê ragihand: Cemşîd Şarmehd, welatiyê îranî, bi awayeka aşkera û bêşerm serokatiya êrişa terorîstî ya ser mizgevtekî girtibû istiyê xwe ku di encama wê de 14 kes ji xelkê bêsûc ji wan jin û zarok şehîd bûn. Di vê kiryara terorîstî da zêde ji 200 kes birîndar bûn. Şehediyên bi qasê têrê di vî warî da hene û ji bo hilkolandinê di ber destê hemiyan da ne.

Wî di eynî demê da got: Pasporta almanî ji bo ti kesî, bi taybet ji bo cinayetkarekî terorîst, parastîbûnê nayîne. Iraqçî xitabî rayedarên Almanê got: Desta ji pînekirin û lîstikên piskolojîk berdin.