Pêgîriya li ser berfirehkirina hevkariyên aborî û bazirganiyên yên Îran û Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i351858-pêgîriya_li_ser_berfirehkirina_hevkariyên_aborî_û_bazirganiyên_yên_Îran_û_tirkiyê
Parêzgarê Azerbaycana Rojhilat li hevdîtina tev Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Tebrîzê, amadebûna vê parêzgehê ji bo berfirehkirina hevkariyên aborî û bazirganî bi Tirkiyê re ragihand.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Çirî 24, 2024 13:26 Asia/Tehran
  • Pêgîriya li ser berfirehkirina hevkariyên aborî û bazirganiyên yên Îran û Tirkiyê

Parêzgarê Azerbaycana Rojhilat li hevdîtina tev Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Tebrîzê, amadebûna vê parêzgehê ji bo berfirehkirina hevkariyên aborî û bazirganî bi Tirkiyê re ragihand.

Parêzgarê Azerbaycana Rojhilat, Behram Sermest, di hevdîtina bi Çetîn Taner, serkonsolosê Tirkiyê li Tewrêzê re wiha got: Konsulxaneya Tirkiyê li Azerbaycana Rojhilat dikare bibe bingehek girîng ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera her du welatan de, bi taybet ji bo nasîn û destnîşankirina derfetên sermayedanîn û danûstandina şandên bazirganiyê û mijarên wek enerjî û kesên li parêzgeha Azerbaycana Rojhilat kar dikin xwedî avantajeke rikeberiyê ye û sermayedanîna derveyî dişopîne.

Serkonsûlê Tirkiyê li Tewrêzê jî di vê hevdîtinê da amajeyî vî yekî kir ku Îran û Tirkiye xwedî peywendiyên dîrokî û qahêm ên cînaretiyê ne û got: Berfirehkirina peywendiyên aborî, çandî û geştyariyê ji bo her du welatan pirr girîng e û Tirkiye amade ye bi her awayî van hevkariyan berfireh bike.