Lidarxistina yekem civîna desteya wezîran a dewleta Îranê bi serokatiya Mihemed Muxbir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i348307-lidarxistina_yekem_civîna_desteya_wezîran_a_dewleta_Îranê_bi_serokatiya_mihemed_muxbir
Yekem civîna desteya wezîran a dewleta Îranê piştî şehîdbûna Seyîd Îbrahîm Reyîsî bi serokatiya Mihemed Muxbir serperestê serokkomariyê û bi amadebûna hemû endaman hat lidarxistin.
(last modified 2024-05-22T05:31:21+00:00 )
May 22, 2024 08:59 Asia/Tehran
  • Lidarxistina yekem civîna desteya wezîran a dewleta Îranê bi serokatiya Mihemed Muxbir

Yekem civîna desteya wezîran a dewleta Îranê piştî şehîdbûna Seyîd Îbrahîm Reyîsî bi serokatiya Mihemed Muxbir serperestê serokkomariyê û bi amadebûna hemû endaman hat lidarxistin.

Mihemed Muxbir di vê civînê de, bûyera diltezîn  a şehîdbûna ayetullah Reîsî hilgirê bi du peyamên taybet zanî û destnîşan kir: Asta pêşwaziya ji termê şehîd Reîsî û şehîdên din ê xizmtguzariyê li Tewrêz, Qum û Tehranê nîşan da ku armancên  Îmam û rêberî û inqilaba îslamî  di canêxelkê xelkê de rûniştiye û bi ti bûyerekê têk naçe. Serperestê serokkomariyê got ku  şehîd Reyîsî  li mektebekê perwerde bûye ku sembola inqilaba Îslamî ye û berdewam kir: Bûyera vê dawiyê, pabendbûna gel bi armancên mezin ên nizamê re eşkeretir kir. Muxbir, peyama din a beşdariay girseya gel di merasima vê dawiyê de  bidestxistina nerîneke kûr ji bo xizmetkirina di rêya îlahî de zanî û ragihand: Şehîd ayetulah Reîsî careke din ji me hemûyan re îsbat kir ku mezintirîn karê qenc xizmetkirina sadiqane  ji bo xelkê  ji bo rezamendiya Xwedê  ye û eger em vê rêyê bişopînin, dê axiriya me were ser xêrê.