Wezîrê Karên Derve yê Îranê gihêşt Gambiyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i347963-wezîrê_karên_derve_yê_Îranê_gihêşt_gambiyayê
Wezîrê karên derve yê Îranê li 15`emîncivîna Rêxistina Hevkariya Îslamî, helwêstên Komara Îslamî ya Îranê derbarê alûgurên cîhana islamê, navçeyî û navneteweyî şirove dike.
(last modified 2024-05-04T03:48:05+00:00 )
May 04, 2024 06:56 Asia/Tehran
  • Wezîrê Karên Derve yê Îranê gihêşt Gambiyayê

Wezîrê karên derve yê Îranê li 15`emîncivîna Rêxistina Hevkariya Îslamî, helwêstên Komara Îslamî ya Îranê derbarê alûgurên cîhana islamê, navçeyî û navneteweyî şirove dike.

Husêyn Emîrabdollahiyan bi mebesta beşdariya li 15emîn civîna  Rêxistina Hevkariya Îslamî li Gambiyayê, di serê şandekê de gihişte Bancûl a paytexta vî welatî.

Di civîna  Rêxistina Hevkariya Îslamî de ku rojên şemî û yekşemê bi mijara sereke  ya jordebirina asta yekîtî û hevgirtinê bi rêya diyalogê li ser  geşatiya mayînde  tê lidarxistin, pirs û kêşeyên curbicur ên cîhana Îslamê bi taybetî mijara Filistînê û rewşa niha tê lidarxistin ya zîvala Xezeyê têde tê were gotûbêjkirin.

Di vê civînê de, bi giştî sê belgeyên pêşnûmeya biryarnama Filistînê, pêşnûmeya daxuyaniya Bancûlê û pêşnûmeya belgeya dawî ya civîna rayedaran jibo ku were pejirandinê dê li civîna konseya wezîrên karên derve û civîna rayedaran  de were pêşkêş kirin.