Serokkomarê Pakistanê Reîsî ji bo serdana Îslam Abadê vexwend
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i347578-serokkomarê_pakistanê_reîsî_ji_bo_serdana_Îslam_abadê_vexwend
Serokkomarê Pakistanê tevî vexwendina Serokê Komara Îslamî ya Îranê ji bo serdana Pakistanê got: Îslam Abad sozdarê berfirehkirina hevkariyên nêzik bi Tehranê ra di warên cûrbicûr da ye.
(last modified 2024-04-12T06:45:05+00:00 )
Nîsan 12, 2024 10:14 Asia/Tehran
  • Serokkomarê Pakistanê Reîsî ji bo serdana Îslam Abadê vexwend

Serokkomarê Pakistanê tevî vexwendina Serokê Komara Îslamî ya Îranê ji bo serdana Pakistanê got: Îslam Abad sozdarê berfirehkirina hevkariyên nêzik bi Tehranê ra di warên cûrbicûr da ye.

Li gorî rapora IRAN Press'ê, QAsif Elî Zerdarî Serokkomarê Pakistanê roja Pêncşemiyê di gotûbêja telefonî digel Seyid Îbrahîm Reîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê, dilniyayî da ku Pakistan hevkariya nêzik bi Îranê ra di hemî warên eleqedar ên dualî û xurtkirina zêdetir a wan bidomîne.

Zerdarî tevî pîrozkirina Cejna Remezanê li Serokkomar, hikûmet û gelê Îranê, tekezî li ser pêweîstiya zêdekirina danûstandina zanyariyan ji bo serkeftina li hemberî pirsgirêkên ewlehiyê yên du welatan jî kir.

Zerdarî her wiha sersaxî da rayedarên Îranê û malbatên daxdar ên ku delalên xwe di êrîşa Îsraîlê ser beşa konsûlî ya Balyozxaneya Îranê li Şamê ji dest dane û hevxemiya xwe ya jidil anî ziman.