Teqeziya Wezîrên karên Derve yên Îran û Sûriyê ser cihanîna rêketinan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i341868-teqeziya_wezîrên_karên_derve_yên_Îran_û_sûriyê_ser_cihanîna_rêketinan
Wezîrên karên Derve yên Komara Îslamî ya Îranê û Sûriyê di peywendiya bi riya telefonê de, ser cihanîna rêketinên di navbera her du welatan de teqez kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 10, 2023 11:41 Asia/Tehran
  • Teqeziya Wezîrên karên Derve yên Îran û Sûriyê ser cihanîna rêketinan

Wezîrên karên Derve yên Komara Îslamî ya Îranê û Sûriyê di peywendiya bi riya telefonê de, ser cihanîna rêketinên di navbera her du welatan de teqez kirin.

 Huseyn Emîr Ebdulahiyan û Feysel Miqdad, Wezîrên karên Derve yên Îran û Sûriyê, îro şemiyê di peyweniydiyeke bi riya telefonê, bal kişandin ser sefera serketî ya vê dawiyê ya Seyd Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê ya Sûriyê û encamên wê yên erênî û ser viyana xwe bo cihanîna rêketinên cihhatî di vê seferê de teqez kirin.

 Di vê peywendiya telefonî de Emîr Ebdulahiyan û Feysel Miqdad her wiha dawîn alûgurên navçeyê hilkolandin.

 Wezîrê karên Derve yê Sûriyê her wiha raporek derbarê alûgur û hêsankariyên vê dawiyê di peywendiyên Sûriyê tev welatên erebî û beşdariya erênî ya Beşar Esed di civîna rayedarên Komkara Ereban raber kir.