Ajansa Atomê, çareserkirina du mijarên padimanî bi Îranê re piştersat kirin
Rêveberê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê di rapora xwe ya herî dawiyê de derbarê xebatên navokî ya Îranê derbarê çareserkirina du meseleyên padimanî yên îdiayî agahî da.
Di rapora sê mehî ya nepenî ya Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê de hatiye, çavdêrên vê saziyê derbarê pirtî û zerreyên oranyoma zengînbûyî ya sedî 83.7 li Teşkîlata jêrzemînî ya Fordoyê pirseke wan tine.
Di vê raporê de hatiye ku çavdêran, lêkolînên xwe ser şopên oryanyomê li Merazîwanê bi dawî anîne. Di eynî demê de, Ajansa nûçeyan a Reuters`ê nivîsî ku Ajansa Atomê hejmarek ji kamêrayên xwe danîne navendên atomê yên Îranê. Di rapora Reuters`ê de amajeyî hejmara kamêrayan nehatiyekirin.
Rapora Rêveberê Giştî yê Ajnasa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê di haleeî de tê weşandin ku heftiya bê, civîna demsalê ya Konseya Hikimdarên Ajansê li Viyena paytexta Otrîşê yê bê lidarxistin. Di vê civînê de, mijarên curbicur ên navokî û mijarên ajansê yên ku divê cih werin di destûrkarê de ne.
Li gor bernameya ragihandin, ceribandina rasitiyan û çavdêriya xebatên atomê yên Îranê li saya biryranama 2231`ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY û cihanîna rêketinnameya padimnê ji mijarên di destûrkara endamên konseyê de ye.
Hêjayî gotinê ye ku ji hegerên herî giring ên atmosfera erênî ku di navbera Îran û Ajansa navneteweyî ya Enerjiya Atomê de çêbûye, sefera Rafaêl Grosî ya Têhranê di Adara 2023an a û hevdîtin û muzakireya wî bi raydarên pilebilind ên Îranê bi taybet hevdîtina bi Serokê Komara îslamî ya Îranê re ye.
Seyd Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara îslamî ya Îranê di vê hevdîtinê de teqez kir: Îran li gor nêta xêrê û cihanîna soz û qiraran, asta herî bilind a hevkariyan bi ajansê re hebûye û ger nêrîneke tam pisporane hebe û ajans nekeve ber bandora qawetên serdestîxwaz, ev hevkarî dikarin bên domandin û berfirehkirin.