Hekirina sêrwêrên Wezareta karên Derve ya Îranê derew hat zanîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i341185-hekirina_sêrwêrên_wezareta_karên_derve_ya_Îranê_derew_hat_zanîn
Bedevkê Wezaeta karên Derve ya Îranê îdiayên medyayan derheq bidestxistina belge û agahiyan û her wiha hekirina sêrwêran û sîstemên vê wezaretxaneyê derew dan zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 08, 2023 03:05 Asia/Tehran
  • Hekirina sêrwêrên Wezareta karên Derve ya Îranê derew hat zanîn

Bedevkê Wezaeta karên Derve ya Îranê îdiayên medyayan derheq bidestxistina belge û agahiyan û her wiha hekirina sêrwêran û sîstemên vê wezaretxaneyê derew dan zanîn.

Nasir Kenanî, Bedevkê Wezaeta karên Derve ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku hemî sîstemên gîhandina  xizmetguzariyên vê wezaretxaneyê çalak in û got: Tenê malpera ragihandinê ya Wezareta karên Derve ya Îranê ketiye ber êrişa hekêran ku demlidest pirsgirêk hatiye çarserkirin û niha gişt dikarin wê  vekin û bikar bînin.

 Kenanî teqez kir, lêzanînên ku ser navê Wezareta karên Derve ya Îranê di nav torên civakî de hatine weşandin, sexte ne û tu têkiliya xwe bi bûyera êvara yekşemiyê re tinene û hema  bold û girkirina  meseleyan ji aliyê medyayan ve ye.