18ê Nîsanê Roja Artêşa Komara Îslamî ya Îranê | Peyama Fermandeyê Giştî yê Sipahê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i340752-18ê_nîsanê_roja_artêşa_komara_Îslamî_ya_Îranê_peyama_fermandeyê_giştî_yê_sipahê
Fermandeyê Giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di peyamekê da bi boneya Roja Artêşa Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Artêş û Sipah bi hevkariya hevûdu di bereya herî pêşîn a parastina ewlehî û yekparçetiya axa Îrana ezîz û parastina Înqilab û nîzama îslamî, dê hema wisa dijminan bêhêvî bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 17, 2023 11:32 Asia/Tehran
  • 18ê Nîsanê Roja Artêşa Komara Îslamî ya Îranê | Peyama Fermandeyê Giştî yê Sipahê

Fermandeyê Giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di peyamekê da bi boneya Roja Artêşa Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Artêş û Sipah bi hevkariya hevûdu di bereya herî pêşîn a parastina ewlehî û yekparçetiya axa Îrana ezîz û parastina Înqilab û nîzama îslamî, dê hema wisa dijminan bêhêvî bikin.

Roja 18ê Nîsanê, hevdem digel 29ê Meha Ferwerdînê ya Koça Hetawî, Roja Artêşa Komara Îslamî ya Îranê û rêzgirtina li têkoşîn û mêrxasiyên dilawerên Hêza Bejahî ya Artêşê ye.

Serdar serleşkerê pasdar 'Hisên Selamî' Fermandeyê Giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî  di peyama xwe da tekez kir: Fikr û xeyala gefan ji aliyê dijminên qirêj û şerxwaz li dijî Îrana îslamî bêdawî ne û li hemberî wê yekê hişmendî, hişyarî, hevahengî û yekparçetiya hêzên çekdar û saziyên ewlehî û istixbaratî yên welêt bi hevkariya hevûdu, tevî têkdana hesabên wan, stratejî û siyasetên dije-îranî yên pergala serdestîxwaz û siyonîsmê tûşî kêşeyê anîne.

Di peyama Fermandeyê Giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî da hatiye, Artêş û Sipah dê hema wisa di bereya herî pêşîn a parastina înqilab û nirxên dînî, înqilabî û neteweyî bi ser kevin û dijminên sondxwarî yên vî welatê pîroz bêhêvî bikin.