Adar 29, 2023 17:03 Asia/Tehran
  • Muzakireyên Wezîrên Karên Derve yên Îran û Ûrsêtê li Moskowê

Wezîrên Karên Derve yên Îran û Ûrsêtê derbara meseleyên dualî, herêmî û navnetewî yên herî girîng da gotûbêj kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Hisên Emîr- Ebdullahîyan ku digel desteyekê çûye Moskowê, îro bi Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê Sergey Lavrov ra derbara meseleyên dualî, herêmî û navnetewî yên herî girîng da rawêjkarî kir.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê herwiha dîyar kir ku hevkarîyên Îran û Ûrsêtê di warê berevanîyê da yê ne dijî ti alîyekî bin, got: Asta ticareta du navbera her du welatan di 18 mehên buhurî da zêde ji 3.5 qatî zêde bûye û jorda çûye.

Emîr-Ebdullahîyan dema gihîşt Moskowê, li koma nûçegîhanan got: Derîyê muzakireyê têkildarî bernama navokî ya Îranê hela jî vekirî ye.

Hisên Emîr- Ebdullahîyan herwiha got: Derîyê muzakireyê têkildarî bernama navokî ya Îranê hela jî vekirî ye û ew ê digel Sergey Lavrov têkildarî vê mijarê û vegera alîyên din ser bicihanîna sozên xwe gotûbêjê bike.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê herwiha derbara dilnigeranbûna Amerîkayê ji ber hevkarîya Ûrsêt û Îranê ya di warê berevanîyê da li gorî idiaya Rojnama Wall Street Journal`ê ku idia kirîye Îran xwofirran dide Ûrsêtê û Moskow jî alavên çavdêrî û kontrolkirinê û saybêrî dide Îranê, got: Bê guman mijara hevkarîyên di warê berevanîyê da di destûrkara hevpar a Têhran -Moskowê da ye, lê hevkarîyên Îran û Ûrsêtê dê ser zîyana ti alîyekî din nebin. 

Wezîrê Karên Derve yê Îranê derbara peywendîyên Îran û Ûrsêtê da herwiha got: Dosîyên curbicur di peywendîyên di navbera her du welatan da tam hatine çalakkirin û her du alî ji ber pêşketina di hemî beşên hevkarîyan di çarçova berjewendîyên her du gelan û her du welatan da razî ne.