Bi amadebûna Reyîsî; Navenda pêşketî ya dermankirina Şêrpenceyê hat vekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i340192-bi_amadebûna_reyîsî_navenda_pêşketî_ya_dermankirina_Şêrpenceyê_hat_vekirin
Navenda Giştalî ya Şêrpenceyê ya Bereket’ê wek navendeke herî pêşketî û teyarkirî ya pêşîlêgirtin û dermankirina Nexweşiya Şêrpenceyê li navçeyê bi amadebûna Serokê Komara Îslamî ya Îranê hat vekirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 17, 2023 12:09 Asia/Tehran
  • Bi amadebûna Reyîsî; Navenda pêşketî ya dermankirina Şêrpenceyê hat vekirin

Navenda Giştalî ya Şêrpenceyê ya Bereket’ê wek navendeke herî pêşketî û teyarkirî ya pêşîlêgirtin û dermankirina Nexweşiya Şêrpenceyê li navçeyê bi amadebûna Serokê Komara Îslamî ya Îranê hat vekirin.

Li gorî rapora Mehr News’ê, “Seyid Îbrahîm Reyîsî” Serokê Komara Îslamî ya Îranê sibeha roja Pêncşemiyê Navenda Giştalî ya Şêrpenceyê ya Bereket’ê wek wek navendeke herî pêşketî û teyarkirî ya pêşîlêgirtin û dermankirina Nexweşiya Şêrpenceyê li navçeyê vekir.

Ev navend bi sermayeguzariya hezar û 200 miliyar tomanî hatiye çêkirin û ji navendên herî pêşketî û teyarkirî ji bo pêşîlêgirtin û tedawîkirina Nexweşiya Şêrpenceyê ya Tîpa 3 di asta navçeyê da ye.

Navenda Giştalî ya Şêrpenceyê ya Bereket’ê hemî xizmetên têkildarî bijîngkirin, pêderxistin û dermankirina cûreyên şêrpenceyan dê raberî serdaneran bike.

Her wiha bo cara yekem li Rojavayê Asyayê, hin amûr û alavên gelekî nûjen mîna Lezdera Xetî, “Cyberknife”, “Tomotherapy” û Amûra “CT-simulator” li vê navenda dermankirina Şêrpenceyê hatine bikaranîn.