Wezîrê Karên Derve yê Îranê li Bexdayê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i339695-wezîrê_karên_derve_yê_Îranê_li_bexdayê_ye
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê li gorî gazîkirina fermî ya hevpîşeyê xwe yê iraqî şeva buhurî digel desteyekê çû Bexdayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 22, 2023 10:55 Asia/Tehran
  • Wezîrê Karên Derve yê Îranê li Bexdayê ye

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê li gorî gazîkirina fermî ya hevpîşeyê xwe yê iraqî şeva buhurî digel desteyekê çû Bexdayê.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê “Hisên Emîr- Ebdullahîyan” yê li Bexdayê bilî muzakireyên fermî digel hevpîşeyê xwe, bi Serokwezîr, Serokparliman, Serokê Civata Bilind a Dadwerîyê û Serokê Konseya Ewlehîya Netewî ya Iraqê ra derheq peywendîyên her du welatan û hevkarîyên herêmî gotûbêjê bike.

Ji hêla din va, Serokwezîrê berê yê Iraqê “Mistefa Kazimî” jî seredana Tehranê kirîye û duh êvarê bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê ra derheq meseleyên curbicur gotûbêj kir.

Di nav welatên ereb ên Rojavayê Asyayê da, Iraqê nêzîkatîya herî zêde ya çandî û mezhebî bi Îranê ra heye. Herwiha sînorê herî dirêj ên bi cînaran ra di navbera Îran û Iraqê da ye.

Hevparî û şirîkatîya nijadî, dîrokî, zimanî, dînî û gef û berjewendîyên emnî û aborî yên hevpar ji xalên girîng di peywendîyên Îran û Iraqê da tên hesêb.