Serdar “Îsmaîl Qaanî” seredana navçeyên erdhejlêketî yên Helebê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i339394-serdar_Îsmaîl_qaanî_seredana_navçeyên_erdhejlêketî_yên_helebê_kir
Fermandeyê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî, berêvariya Çarşemiyê ji bo çavdêriya li ser alîkarîgîhandina bo xelkê Sûriyê derbasî bajarê Helebê li bakûr- rojavayê Sûriyê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 09, 2023 12:28 Asia/Tehran
  • Serdar “Îsmaîl Qaanî” seredana navçeyên erdhejlêketî yên Helebê kir

Fermandeyê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî, berêvariya Çarşemiyê ji bo çavdêriya li ser alîkarîgîhandina bo xelkê Sûriyê derbasî bajarê Helebê li bakûr- rojavayê Sûriyê bû.

Serdar “Îsmaîl Qaanî”, dema seredana navçeyên erdhejlêketî yên bajarê Helebê, herwiha çavdêrî li ser karê tîmên alîkarîgîhandinê yên îranî yên li wir kir.

Seredana serdar Qaanî ya navçeyên erdhejlêketî yên bajarê Helebê di halekî da ye ku balafira çaran a hilgira alîkariyên mirovdostiyê yên Îranê bo xelkê Sûriyê, şeva buhurî gihîşte balafirgeha navneteweyî ya Helebê.

Serkonsûlê Îranê li Helebê jî derbara vê balafirê da got: “Barê balafira çaran a alîkariyên Komara Îslamî ya Îranê bo xelkê Sûriyê ku li balafirgeha Helebê danîye, ji 6 palêt xêwet, 3 palêt xurme, 15 palêt birinc, 3 palêt masiya ton û 2 palêt makaranî û mirebeya firingiyan pêk tê.”

Berî nika jî sê balafirên hilgirê alîkariyên Komara Îslamî ya Îranê bo xelkê mexdûrê erdheja giran a vê dawiyê li Sûriyê derbasî vî welatî bûbûn.