Reyîsî sersaxî da serokkomarên Tirkiye û Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i339326-reyîsî_sersaxî_da_serokkomarên_tirkiye_û_sûriyê
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi peyamên cuda ji ber qewimîna erdheja diltezîn li du welatên Sûriye û Tirkiyê yên dost û bira, sersaxî da serokkomar û gelê van du welatan.
(last modified 2023-08-28T12:11:04+00:00 )
Sibat 06, 2023 12:03 Asia/Tehran
  • Reyîsî sersaxî da serokkomarên Tirkiye û Sûriyê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi peyamên cuda ji ber qewimîna erdheja diltezîn li du welatên Sûriye û Tirkiyê yên dost û bira, sersaxî da serokkomar û gelê van du welatan.

Seyid Îbrahîm reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi peyamên cuda bo “Receb Teyyîb Erdogan” û “Bişar Esed” serokkomarên Tirkiye û Sûriyê, ji ber qewimîna bûyera diltezîn a erdhejê li van du welatan ku di encamê da hejmareke berbiçav ji  welatiyên wan canê xwe ji dest dane û gelek ziyan ji ber wê pêk hatine, sersaxî da gel û dewletên van welatan.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha amadetiya Îranê ji bo raberkirina alîkariyên lezgîn bo van du gelên dost di rewşa diltezîn a niha da ragihand.