Serleşker Selamî: “Înqilaba Îslamî yê raneweste”
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i338693-serleşker_selamî_Înqilaba_Îslamî_yê_raneweste
 Fermandeyê Giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî bal kişand ser destkewtên Îranê û muhasibeyên şaş ên dijmin û got: “Înqilaba Îslamî yê raneweste.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 08, 2023 15:39 Asia/Tehran
  • Serleşker Selamî: “Înqilaba Îslamî yê raneweste”

 Fermandeyê Giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî bal kişand ser destkewtên Îranê û muhasibeyên şaş ên dijmin û got: “Înqilaba Îslamî yê raneweste.”

 Serdar Serleşker, Huseyn Selamî, Fermandeyê Giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî îro di civîna rêzgirtina ji sêyemîn salvegera şehîdbûna Hecî Qasim Sulêymanî li nimêjgeha Kirmanê got: “Destkeftên Înqilaba Îslamî mayînde ne û ev şoreşa hîna di destpêka rê de ye.”

 Serleşker Selamî her wiha bal kişand ser salroja şehîdbûna serdar Sulêymnaî û destnîşan kir: “Divê em ji çend rex û aliyan va li kesayetiya şehîd Sulêymanî binêrin. Ew ji her alî û ji her babetê ve, hêmana mirovekî hêja û tam û tekûz e.”

 Fermandeyê Giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî got: “Dijminan dixwestin hemî navçe û cugrafiyaya Cîhana Îslamê bi êriş û hejemoniya xwe ya leşkerî dagir bikin, lê şehîd Sulêymanî rê neda wan.”

Serleşker Selamî teqez kir rast e ku her roj em tola xwe ji kujerên serdar Sulêymanî hil didin, lê destana tolhildana ji sebebkarên wê bûyera diltezîn hîna di rojevê de ye.