Gumrika Îranê: 'Bac Nirxa Zêdekirî' ji bo 7 cûreyên Dendikên Birûn hat kêmkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i338661-gumrika_Îranê_'bac_nirxa_zêdekirî'_ji_bo_7_cûreyên_dendikên_birûn_hat_kêmkirin
Gumrika Îranê di destûrnameyekê da mijara kêmkirina Baca li ser Nirxa Zêdekirî (VAT) ji bo 7 cûreyên dendikên birûn ragihand.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Çile 07, 2023 13:34 Asia/Tehran
  • Gumrika Îranê: 'Bac Nirxa Zêdekirî' ji bo 7 cûreyên Dendikên Birûn hat kêmkirin

Gumrika Îranê di destûrnameyekê da mijara kêmkirina Baca li ser Nirxa Zêdekirî (VAT) ji bo 7 cûreyên dendikên birûn ragihand.

Li gorî rapora Mehr News'ê, Rêveberê Giştî yê Ofîsa Îdxalkirinê ya Gumrika Îranê li gorî Destûrnameya Cîgirtiya Geşepêdana Bazirganiyê ya Wezareta Cîhada Çandiniyê, di destûrnameyekê da bo gumrikên seranserî welêt lîsteya nû ya 7 cûreyên Dendikên Birûn ku Baca li ser Nirxa Zêdekirî (VAT) ji bo wan sedî 1ê kêm bûye, ragihand.

Di beşeke vê destûrnameyê da hatiye:

Li gorî destûrnameyên berê, destûra pêwîst kêmkirina nirxa bac û pereyên têkildarî Nirxa Zêdekirî (VAT) ji bo îdxalkirina genim, birinc, dendikên birûn, cûreyên rûnê xav, dexl û danên wek nîsk, nok, fasolî û maş, şekir, giştê mirîşkan, goştê sor û çay ji sedî 9 bo sedî 1 tê dayîn.