Mijdar 12, 2022 22:51 Asia/Tehran
  • Li bakurê Îranê 44 çekên qaçax hatin dîtin

Cîgirê polîsê parêzgeha Mazenderan li bakurê Îranê, bi hevkariya îstixbaratî û operasyonî ya polîsên Îsfehan û Mazenderanê li bajarê Qaimşehrê, ji dîtina 44 çekên neyasayî ragihand.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB NEWSê, serheng "Seyid Mûsa Husênî" cîgirê  polîsê parêzgeha Mazenderanê ragihand: Ew qaçaxçiyên ku di 2 trombêlên rêwiyan de ji sînorên rojavaya welat çekên qaçax derbasî nav welat kiribûn, ji aliyê hêzên polîs ên parêzgeha Isfehanê ve hatin şopandin, piştî ku ew derbasî bajarê Qaimşehrê bûn ji aliyê hêzên polîsê agahî û ewlekariyae giştî ve ya parêzgehê hatin girtin.

Serheng Husênî herwiha got: Di vê operasiyonê de ku bi hevkariya istixbaratî û operasiyonê ya hêzên îstixbaratî û asayîşa giştî yên parêzgehên Îsfehan û Mazenderanê hate encamdan, tirimbelek ku çek hilgirtibû hate desteserkirin û di kontrol kirina wê de 44 cure çekên nêçîr û serhildanê yên neqanûnî tê de hatin dîtin.

Fermandehiya giştî ya polîsên Îranê, balkişand ser rijdbûna hêzên polîs di rûbirûbûna bi qaçaxçiyên çek û cebilxaneyên ku dibin sedema bêewlehiyê di civakê de û aramiya xelkê ji nav diben, fermandetiya giştî ya polîsên Îranê ragihand ku ewlehiya xelkê xeta sor a polîs e û kes an kesên ku niyeta wan heye ku zirarê bidin wê, dê li gorî qanûnê bi tundî bi wan re reftar bibe.

Serepeyv