Cotmeh 20, 2022 17:05 Asia/Tehran
  • Husên Emîr-Ebdullahiyan: Siyaseta me şandina çek û droneyan li dijî Ukraynayê nîne

Wezîrê karên derve yê Îranê, Husên Emîr-Ebdullahiyan îdiaya şandina mûşekên Îranê bo Rûsyayê ji bo bikaranîna li dijî Ukraynayê, îdiayeke bêbingeh bi nav kir.

Wezîrê karên derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan roja pêncşemiyê di twîtekê de li ser peywendiya telefonî ya xwe bi "Joseph Borrell" berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê re nivîsî: Min îro di têkiliya xwe ya telefonî digel Joseph Borrel jê ra got ku siyaseta me ya rohn dijayetiya digel şêrr û sekinîna li ber gurrkirina agirê şêrr li Ukraynê ye.

Wezîrê karên derve yê Îranê tekez kir: Îdiaya şandina mûşekên îranî ji bo Rûsiyê ji bo bikaranîna li dijî Ukraynayê îdiayeke bêbingeh e, me hevkariya berevaniyê bi Rûsiyê ra heye, lê bêguman şandina çek û balafirên bêpîlot ên Îranê bo Rûsyayê li dijî Ukraynayê siyaseta me nîne.

Konseya Ewlehiyê ya NY serê axir piştî çend mehan helahelaya welatên rojavayî bi rêbertiya Amerîkayê derbarê şandina droneyên îranî bo Rûsiyê ji bo bikaranîna di şerê Ukraynayê da berêvara Çarşemiyê civînek li paş deriyên girtî li dar xist û di vê civînê da Amerîka, Brîtanya û Fransayê di dewama şantajên xwe li dijî Komara Îslamî ya Îranê û Rûsiyê û tirsa ji ber têkilî û yekîtiya van du welatan, îdiaya şandina droneyên îranî bo Rûsiyê û bkaranîna wan di şerê Ukraynayê da xiste rojevê.

Serepeyv