Nûçeya jinavbirina bandên qaçaxçiya çekan a komên terorîst li bakurê rojavayê Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i337015-nûçeya_jinavbirina_bandên_qaçaxçiya_çekan_a_komên_terorîst_li_bakurê_rojavayê_Îranê
Peywendiyên giştî yên Hemze Seyid El-Şuheda (e.s) ji îmhakirina bandeke qaçaxçiya çekan a komên terorîst li bakurê rojavayê Îranê xeber da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 12, 2022 18:01 Asia/Tehran
  • Nûçeya jinavbirina bandên qaçaxçiya çekan a komên terorîst li bakurê rojavayê Îranê

Peywendiyên giştî yên Hemze Seyid El-Şuheda (e.s) ji îmhakirina bandeke qaçaxçiya çekan a komên terorîst li bakurê rojavayê Îranê xeber da.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya IRNA`yê, peywendiyên giştî yên bargeha Hemze Seyid El-Şuheda li daxûyaniyekê ragihand: Şervanên vê kampê karîn bi hişyariya tam yek ji bandên qaçaxçiya çek û cebilxaneyan yên girêdayî komên terorîst ên dij-înqilabê û servîsên sîxurî yên biyanî bibînin û îmha bikin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ev kesên ku bi mebesta têkbirina asayîşa giştî ya civakê û çêkirina aloziyê, dil hebûn derbasî wnav welêt bibin, li ser sînorê bakurê rojavayê Îranê ketine xefika şervanên bargeha Hemze Seyid El-Şuheda (e.s) û ji nav çûn.

Di berdewamiya daxuyaniya ragihandina giştî ya bargeha Hemze Seyid El-Şuheda de hat gotin ku di vê operasyona îstixbaratê de 9 çekên G3 û gelek cebilxaneyên şer hatin dîtin û desteserkirin.